Kewser Doko: Partiya Sûriyeyê Pêşerojê hewl dide tevgera siyasî geş bike

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku li Sûriye tu qanûnên rêxistinkirina xebatên partiyên siyasî tune ye û da zanîn ku hikumeta veguhêz jî mîna rejîma berê hewl dide jiyana siyasî pûç bike û pêvajoya siyasî îbtal bike. Hevseroka partiyê destnîşan kir ku partiya wan hewl dide tevgera siyasî û rêxstinkirî geş bike.

Kewser Doko: Partiya Sûriyeyê Pêşerojê hewl dide tevgera siyasî geş bike
10 cotmeh, 2025   09:33
REQA
MIZGÎN ELÎ

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko diyar kir ku partiya wan hewl dide tevgera partiyetî û sivîl li Sûriyeyê ji nû ve bi rêxitin bike, jinan pêş bixe û gotinên nefretê ji holê rake.

Kewser Doko anî ziman ku qada siyasî ya Sûriyeyê 60 salan ji felcbûnê êş kişandiye û got: "Tevî ku partiyên siyasî di bin ’Eniya Neteweyî’ de hatine rêxistinkirin jî lê rê li ber wan girt ku rola xwe ya rastîn pêk bînin. Di encama vê yekê de  bandorek neyînî li aliyên siyasî û civakî yên Sûriyeyê kir."

Kewser Doko destnîşan kir ku partiya wan piştî rûxandin rejîma Baasê (8 kanûn 2024) nivîsgehên xwe li gelek parêzgehan wekî Heleb, Şamê vekirin, her wiha komîte li peravê (Laziqiye û Tertûsê) jî ava kirin, amadekarî têne kirin ku nivîsgehekê li Humsê jî veke.

Keweser Doko bi bîr xist ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê di esas de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistinkirî ye û ev li gotinên xwe zêde kirin "Me fêm kir ku pêdiviya tevahî gelê Sûriyeyê bi tevgereke siyasî û rêxistinî heye. Ji ber vê yekê rêveberiya partiyê qada xebatên xwe firehtir kir da ku xwe bighîne beşên cuda yên civaka Sûriyeyê."

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku rêveberên partiyê di gera xwe ya li Şam, Heleb û parêzgehên din de eleqeya jin, rewşenbîr û akademîsyenan ku ku tîhê xebata siyasî û rêxistinî ne, dîtin û got: "Bi taybetî eleqeya jinan balkêş bû, ji ber ku berê rola jinan di navendên xebata giştî de hatibû paşguhkirin û bi piranî tenê weke karmendeke bê biryar dihat dîtin."

Kewser Doko di dewama axaftina xwe de da zanîn ku beşdariya jinan, ji hevserokatiyê heya hevserokatiya li ser asta meclis û bajarokan ji armancên pêşîn ên Partiya Sûriyeya Pêşerojê ye û got: "Ev yek hêz û îradeyê dide jinan da ku di civakê de bibin xwedî biryar."

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê li ser xebatên partiyê li Sûriyeyê jî ev agahî dan "Partiyê li Sûriyeyê gelek panel û civîn li dar xistin. Ji mijarên panelan, aştiya navxweyî, rêgirtina li ber gotinên nefretê bûn. Tevlêbûneke beşa a beşdaran hebû."

Kewser Doko destnîşan kir ku pêşîgirtina li kîndarî û pêkaîna aştiya navxweyî li Sûriyeyê armancên sereke yên Partiya Sûriyeya Pêşerojê ne û da zanîn ku li gundewarê Şamê û bajarokên Cidêda, Ertûz, Qedem û Sibînayê bernameyên rêxistinkirî û hişyarkirinê hatin lidarxistin û got, tevlêbûna jin û ciwanan di van çalakiyan de balkêş bûn.

Kewserê ji ber nebûna qanûnek zelal ji bo rêxistinkirina xebatên partiyên siyasî rexne kirin û da zanîn ku rejîma heyî di hewlên pûçkirina tevgera siyasî û têkbirina pêvajoya demokratîk de siyasetên rejîma berê didomîne.

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê "Hilbijartinên Meclisa Gel" yên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 5’ê Cotmehê de li dar xistibû red kirin û wiha domand "Ev hilbijartin şeklî ne. Partiyên siyasî û jin di komîteyên hilbijartinan nehatin beşdarkirin, hin herêm hatin paşguhkirin. Bi vî rengî beşdariya rasteqîn an jî rewatiya demokratîk çênebin."

Kewser Doko hişyarî da ku eger paşguhkirina îradeya gel û mafên hemû pêkhateyan berdewam bikin dê welat ber bi merheleyeke bixwîntir ve biçe.

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko di dawiya axaftina xwe de got "Îradeya gelan di ser her tiştî re ye. Partiya Sûriyeya Pêşerojê partiyeke ji bo tevahî Sûriyeyê bi hemû mezheb, netewe û etnîkan, ji Şamê heya Dêrikê ye. Bi hevgirtina bi gel re em ê  Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibin."

(bb)

ANHA