Li Dêrazorê şêniyek hat kuştin

Li kantona Dêrazorê şêniyek ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Li Dêrazorê şêniyek hat kuştin
10 cotmeh, 2025   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê ragihand ku şêniyê bi navê Xelef Emaş El Hesen duh bi şev dema vedigeriya mala xwe ji aliyê çekdaran ve hat kuştin.

Xelef Emaş El Hesen (39) ê  ji bajarokê Ebû Hemam û ji eşîra El Keraan beşa El Nehab e, piştî jenartor vedimirand û vedigeriya mala xwe hat qetilkirin.

Şahidan destnîşan kir çekdarên ser motorsîklêtê bûn gule li El Hesen reşandin û di cih de hat kuştin. Her wiha diyar kir ku çekdaran piştî bûyerê reviyan.

(bb)

ANHA