Di êrişeka Îsraîlê li başûrê Xezayê de 44 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Tevî ku agirbestek di navbera her du aliyan de, di êrişa asamnî ya Îsraîlê de li ser başûrê Xezayê 44 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Di êrişeka Îsraîlê li başûrê Xezayê de 44 kes hatin kuştin û birîndar bûn
10 cotmeh, 2025   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) roja Pêncşemê êvarê ragihand ku di êrişa asmanî ya Îsraîlê de li ser taxa El Sebra, li başûrê bajarê Xezayê 4 kes hatin kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa Filistînê berê ragihandibû ku ji sibeha roja Pêncşemê ve 29 kes hatine kuştin û êrişên asmanî yên Îsraîlê û hilweşandina xaniyan li seranserê Xezayê berdewam dikin.

Artêşa Îsraîlê diyr kir ku wan êrişeke asmanî li ser taxa El Sebra ya bajarê Xezayê pêk aniye û got ku wan şaneyek Hamasê hedef girtiye.

(k)