Ketîbeyên Qesam hişyarî da Îsraîlê

Ketîbeyên Qesam hişyarî da Îsraîlê ku operasyonên xwe yên leşkerî li Xezayê berfireh neke. Ketîbeyên Qesam got ku di encama wê yekê de metirsiya li ser girtiyên Îsraîlê yên li nêzî eniyên şer zêde dibe.

Ketîbeyên Qesam hişyarî da Îsraîlê
24 îlon, 2025   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ketîbeyên Ezedîn Qesam ku baskê leşkerî yê tevgera Hemasê ne bi daxuyaniyekê hişyarî da artêşa Îsraîlê û jê xwest ku operasyonên xwe yên leşkerî yên bejayî li bajarê Xezayê berfireh neke. Ketîbeyan diyar kir ku ev yek metirsiya li ser girtiyên Îsraîlê yên li nêzî eniyên şer zêde dike.

Girêdayî wê, artêşa Îsraîlê hemleyeke operasyonên leşkerî yên hewayî û bejayî bi navê "têkbirina tam a Hemasê" dest pê kiriye.

(mh)