`Danûstandinên li gel Şamê bi bêçekkirinê û parastina dûrziyan ve girêdayî ne`

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ragihand ku danûstandinên li gel Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi bêçekirinê û parastina ewlehiya dûrziyan ve girêdayî ne.

`Danûstandinên li gel Şamê bi bêçekkirinê û parastina dûrziyan ve girêdayî ne`
24 îlon, 2025   23:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku danûstandin bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re hene û encamên wê bi dabînkirina berjewendiyên Îsraîlê, bêçekkirinê li başûr rojavayê Sûriyeyê û ewlehiya dûrziyan ve girêdayî ne.

Netanyahu yekşema borî gotibû ku di lihevkirina ewlehiyê ya li gel Sûriyeyê de pêşketin çêbûye lê îmzekirin hîna dûr e.

Beriya wê jî nûnerê amerîkî yê taybet ji bo Sûriyeyê Tomas Barrack ragihandibû ku Şam û Til Evîv nêz mane ku lihevkirina “aramiyê” bi sponseriya Amerîkayê îmze bikin. Li gorî lihevkirinê “li beramberî rawestandina Îsraîlê êrişên xwe, Sûriye wesayît, çek û cebilxaneya giran nêzî sînor nake”.

(şx)