86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn

86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn û piştî bidawîkirina perwerdeyên leşkerî û fikrî li navendên leşkerî hatin belavkirin.

86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
86 ciwanên Dêrazorê tev li QSD`ê bûn
24 îlon, 2025   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Şehîd Mihemed Xelîl a li bajarê Keswa yê kantona Dêrazorê dewreya 7`an a Şehîd Salih El Xidir bi dawî kir. Ji dewreyê 86 ciwanên Dêrazorê der çûn. 

Di merasîma derçûnê de malbata şehîd Salih El Xidir, şênî û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdar bûn.

Di merasîmê de, Bahoz Mihemed ê ku li ser perwerdeyê sekinîbû bang li ciwanên Dêrazor, Firat û Cizîrê kir ku xwedî li yekitiyê derkevin û têkoşînê bidomînin.

Bahoz ciwanên ji dewreyê derçûne pîroz kir û hêvî kir ku serkeftin para wan be. Bahoz diyar kir ku niha berpirsyarî ya wan e.

Di dawiya merasîmê de diyareke sembokî ji malbata şehîd Salih El Xidir hate dayîn.

(şx)