Karwanê alîkariyê gihaşt Kobanê

24 kamyonên alîkariyê mirovî gihaştin bajarê Kobanê.

Karwanê alîkariyê gihaşt Kobanê
25 ÇILE, 2026   19:45
KOBANÊ

24 kamyonên alîkariyên mirovî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine şandin gihaştin bajarê Kobanê.

Alîkariyên ji xurek, sotemenî û hwd pêk tê, dê li malbatên ên ji ber êriş û dorpêçê mexdûr bûne dê werin belavkirin.

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike ev demek dorpêçeke giran danîne ser bajarê Kobanê û êrişan pêk tîne. Di encama dorpêçê û nebûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê duh 5 zarok şehîd bûn. Li ser vê yekê ji hêla gelek aliyan ve bangawaziyên lezgîn ên alîkariyê hatin kirin.

(b)

ANHA