Gelê Ereb ê Şengalê berxwedana Rojava silav kir

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re, meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de daxuyanî hate dan û hate diyarkirin ku hedefa van êrişa ewe di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatû Sûriyê de fitne û aloziyan derxin.

Gelê Ereb ê Şengalê berxwedana Rojava silav kir
25 ÇILE, 2026   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb, gelê herêma Ereb a Şengalê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê biratiya gelan, em bi berxwedana Rojava re ne’ meşeke girseyî lidarxist.

Meşa gelê Ereb ji ser rêya gundê Xelef destpê kir. Meşa ku civaka Ereb ji gundên sînorî yên Şengalê beşdarî bûn, bi dirûşmeyên ji bo berxwedana Rojava heta Seytereya Gundê Barê dewam kir. Piştre li ser navê ciwanên Ereb daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de piştgiriya gelê Ereb ji bo berxwedana Rojava hate ragihandin.

‘Dixwazin di navbera gelan de fitne derxin’

Daxuyaniya ku ji aliyê ciwanê Ereb Emîr Sayîr ve hate dayîn wiha ye: “Em wek Însiyatîfa Ciwanên Ereb li Şengalê, wan êrîşên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ve li Rojava li dijî gelê me têne kirin bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş bi taybetî jin, ciwan û zarokan dikin hedef, mînakên herî diyar ên vê hovîtiyê li herêmên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Dêr Hafer û piştre li herêmên rojhilatê Firatê hatin dîtin. Armanca bingehîn a van êrîşan çandina tovên fitne û aloziyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dixwazin şerekî mezhebî û nîjadperestî di navbera pêkhateyên herêmê de (Kurd, Ereb, Suryan û yên din) derxin. Bi hinceta hebûna hêzên leşkerî yên girêdayî QSD’ê, gelê sivîl dikin qurbanî. Ev şerê ku ji aliyê komên terorîst, Tirkiye û DAIŞ’ê ve tê meşandin, armanca wê pêkanîna komkujiyan e li dijî birayên me yên Kurd, mîna komkujiya Helebceyê.

‘Em her dem li ba gelê Rojava ne’

Li ser vê bingehê, em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin da ku van qirkirin û êrîşên terorîstî yên li ser gelê herêmê rawestînin. Em wek Ciwanên Ereb ên Şengalê, em ê her dem û her gav li kêleka gelê xwe yê li Rojava bin.’’

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana gelan’ û ‘Bijî Rêber Apo’’ bidawî bû.