Daîreya Kar û Barên Sivîl dema dawîn a ji bo serlêdana hemwelatîbûnê destnîşan kir

Daîreya Kar û Barên Sivîl ji bo welatiyên Kurd ên neqeydkirî ku heta niha xwe ji bo hemwelatîbûnê xwe qeyd nekiriye, dema dawîn a serlêdanê aşkera kir.

 Daîreya Kar û Barên Sivîl dema dawîn a ji bo serlêdana hemwelatîbûnê destnîşan kir
12 cotmeh, 2026   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Giştî ya Kar û Barên Sivîl ji bo temamkirina prosedurên welatîbûnê ji bo welatiyên Kurd ên ku di bin bendên Fermana Hejmar 13’an a 2026’an de ne û nekarîn serlêdanên xwe di demên dawîn ên berê yên qonaxa duyemîn de temam bikin, demeke dawîn ragihand.

Daîreya Kar û Barên Sivîl ji bo welatiyên Kurd ên neqeydkirî ku heta niha xwe ji bo hemwelatîbûnê qeyd nekiriye, dema dawîn a serlêdanê aşkera kir da ku bikarin xwe qeyd bikin.

Daîreyê ji 18 heta 29`ê Cotmeha 2026`an ji bo serlêdanê dem destnîşan kiriye.

(k)

ANHA