Kalê 70 salî fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê bû
Piştî salên dirêj ên qedexe û çewisandinê, kalê 70 salî berê xwe da dibistanên kurdî û fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê dibe.
Her sibe bi tîrêjên rojê re, Mihemed Tahir El Yûnis ê 76 salî ji mala xwe ya li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê derdikeve û ber bi dibistanê ve diçe. Di dilê wî de azweriya şagirtan û destê wî pênûs û defter. Ev dîmen ji bo mîrekî 76 salî ne tiştekî asayî ye, lê ew îro xwendekareke li ser textê dibistanê ye, hînî zimanê xwe yê dayikê yê kurdî dibe, ku di zaroktia xwe de ji jê bêpar mabû.
BÎRDANKA Û NASNAMEYA WÎ HABIBÛ ÇEWISANDIN
Mihemed El Yûnis diyar kir ku wî qet lingê xwe neavêt dibistanê û wiha tîne ziman "Di wê demê de, dibistan dihat wateya cîhek ku xwendekar neçar diman fêrî zimanekî ji bilî zimanê xwe û nasnameyek ji bilî nasnameya xwe bibe."
Mihemed El Yûnis bi bîr xist ku di serdema rejîma Baas’ê de mafê wan nebû ku zimanê xwe yê dayikê hîn bibin û wiha li gotinên xwe zêde dike "Erebî li ser me ferz dikirin, carinan jî nedihiştin em bi Kurdî biaxivin. Bi awayekî sîstematîk nasname û çanda xwe ji holê rakirin. Niha, dema ku ez tîpên zimanê xwe li ser textreşê dinivîsim, ez hest dikim ku ez ji nû ve hatime dinyayê. "
ŞOREŞA ROJAVA... DESTPÊKA RASTKIRINA DÎROKÊ
Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an û damezrandina Rêveberiya Xweser di sala 2014’an de, ku zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî wek zimanên fermî pejirand, gelek guhertin bi xwe re anî. Ew tişta ku Mihemed El Yûnis û gelê Kurd demeke dirêj li hêviya wê bûn pêk hat. Dibistan vebûn, her civakek dikare bi azadî û rûmet bi zimanê xwe yê dahikê hîn bibe.
El Yûnis der barê mijarê de wiha got "Ez spasdarê vê derfetê me, ku di tevahiya jiyana xwe de tu carî bi destê min neketiye. Me mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bi dest xist."
El Yûnis bang li her kesên ku ji zimanê xwe bêpar mane kir ku hînî dibin û ev li axaftina xwe zêde kir "Tişta herî xweş ew e ku mirov bi zimanê xwe ji xelkê re biaxive, bixwîne û binivîse û zarokên xwe bi wî zimanî hîn bikin."
Mihemed El Yûnis di dawiya axaftina xwe de silav li kesên ku kevirê bingehîn ê vê veguherînê danîne kir û wiha got: "Ez spasdarê Rêber Abdullah Ocalan dikin, fikrên wî bi me ku bûne alîkar ku mejiyê ji desthilatdariyê rizgar bibe û deriyên azadî û zanînê li ber me vekiriye. Ez bejna li ber şehîdan ditewînim ku ji bo em bi rumet bijîn û bi azadî zimanê xwe hîn bibin û nasnameya xwe biparêzin, canê xwe feda kirine. "
)k)
ANHA