Çemê zinî ziwa bûye

Dîmenên seyr ên çemê Xabûrê, çemê ku berê zindî bû, niha veguheriye çemekî hişk û ziwa.

Çemê zinî ziwa bûye
Çemê zinî ziwa bûye
Çemê zinî ziwa bûye
Çemê zinî ziwa bûye
Çemê zinî ziwa bûye
Çemê zinî ziwa bûye
Çemê zinî ziwa bûye
10 hezîran, 2025   06:25
HESEKÊ

Çemê Xabûrê, damareke jiyanê ya ku berê bajarê Hesekê û gundewarê wê av dida, veguheriye çoleke hişk û zuwa. Wêne û dîmenên dawî nîşan didin ku çen bi tevahî zuwa bûye, axa wê qlişî ye û darên fêkî ji tihna hiş bûne.

Xabûr ji bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî, ji Til Temirê û heta Hesekê herêmên berfireh av dide. Jiyana bi hezaran malbatan ji bo çandinî û sewalkariyê bi çem ve girêdayî bû. Lê îro tu şopa avê nemaye û tenê nalîna axa şkestî tê bihîstin.

Sedema sereke ya vê ziwabûnê, li gorî şêniyên herêmê, kiryrên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye ku di dawiya sala 2015’an de ava çem qut kirin û piştî dagirkirina Serêkaniyê di sala 2019’an de bendav çêkirin û rê li ber ava çem girtin.

Wêne û dîmenên hatine kişandin wêraniya li herêmê nîşan didin, ku rûbara çek weke birîneke kûr di nav erdên çandiniyê yên ziwa de xuya dike.

Wêne û dîmen: Diyar Ehmed

ANHA