Ji bo ezmûnên qonaxa Navîn amadekarî tên kirin

Amadekariyên pêkanîna ezmûnên refa 9`an ên xwendekarên rêjîma berê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya komîteyên hevbeş bi rê ve diçin.

Ji bo ezmûnên qonaxa Navîn amadekarî tên kirin
10 hezîran, 2025   07:25
QAMIŞLO

8`ê Hezîranê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bi biryarnameyekê eşkere kir ku wan û desthilata Şamê der barê pêkanîna ezmûnên refa 9`an (qonaxa navîn) li hev kiriye.

Li gorî biryarnameyê ezmûnên ku dihat payin 14`ê Hezîranê des pê bikin, bo 21`ê Hezîranê hatin paşxistin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî diyar kir ku pirsên ezmûnan wê ji hêla Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve bên amadekirin.

Makanîzmeya pêkanîna ezmûnan û çavdêriya li ser wê dê bi rêya komîteyên hevbeş ên demkî ku ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê pêk tê, were birêvebirin. Niha navendên ku lê ezmûn werin pêkanîn tên amadekirin.

Hejmara giştî ya xwendekarên refa 9 û 12`an (giştî û serbest) ên ku materyalên rêjîma berê dixwînin, derdora 70 hezar xwendekarî ye.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser navendên tomarkirina navên xwendekaran wê ji 11-17`ê Hezîranê li Kantonên Cizîrê, Dêrazorê, Reqayê, Tebqa û Firatê pêşwaziya xwendekaran bikin.

Têkildarî ezmûnên refa 12`an (qonaxa amadahî) hîn agahiyên berfireh nehatine diyarkirin.

(sb/k)

ANHA