QSD: Çekdarên hikumeta veguhêz derdora Tişrînê topbaran kir

QSDˊê diyar kir ku çekdarên hikumeta veguhêz saet 17.30ˊan (9 Cotmeha 2025) Girê Syriatel û derdora Bendava Tişrînê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin.

QSD: Çekdarên hikumeta veguhêz derdora Tişrînê topbaran kir
9 cotmeh, 2025   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku "Di rageşî û binpêkirineke nû ya agirbestê de, komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê, roja pêncşemê (9 Cotmeh 2025) saet 17.30ˊan de Girê Syriatel û derdora Bendava Tişrînê bi topên giran topbaran kirin.

Komên çekdar ji nuqteyên li derdora bajarê Minbicê ve êriş kirin."

(fr)