Meclisa Kongra Star a Hesekê konferansa xwe li dar xist

Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê bi dirûşma  "Ji nûbûnê ber bi guhertinê ve" konferansa xwe li dar xist û rêveberiya nû hilbijart.

16 mijdar, 2026   17:11
HESEKÊ

Di çarçoveya domandina rêze konferansên rêxistinî yên Kongra Star li tevahiya herêmên Cizîrê û Kobanê de, îro Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê jî konferansa xwe bi dirûşma  "Ji nûbûnê ber bi guhertinê ve" li xwaringeha Semerqend li dar xist. Di konferansê de nûnerên rêxistinên jinan, karmendên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Kongra Star, çalakvanên jin, parêzvanên mafên jinan û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin. Nirxandin bi zimanê erebî ji aliyê rêvebera Kongra Star Medya Elî û bi zimanê kurdî ji aliyê Aya El Mecîd ve hatin xwendin.

Di nirxandinên hatin xwendin de, girîngiya ji nû ve avakirina pergala jinan ya li Rojava û xurtkirina rola wê ya di avakirina civaka demokratîk de, hatin destnîşankirin. Pêvajoya ji nû ve avakirina pergala jinê ya li Rojava ya di çarçoveya bangewaziya aşitî û civaka demokratîk de û piştî pêşkêşkirina belgeya civaka demokratîk de, tê meşandin. Di vê çarçoveyê de, li herêmê rêze nîqaş, civîn û perwerde hatin lidarxistin da ku tevî şert û mercên zehmet û berdewamiya şer, rêxistina jinan bê pêşxistin. Her wiha ev nirxandin hatin kirin: “Ev têkoşîn di gelek qonaxên dîrokî re derbas bûye û heta gihîştiye tevgerên nûjen ên jinan û têkoşîna jina kurd ji bo mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî. Ev rêwîtî bi hewldanên azadiya jinê yên ku di sala 1979’an de dest pê kirin, di salên 1990’î de berdewam bûn û heta Şoreşa Jinê ya Rojava di sala 2011’an de gihîşt qonaxeke nû, pêşketineke berbiçav nîşan da. Di vê şoreşê de jinan di warên leşkerî, siyasî, dîplomatîk, civakî û çandî de bi awayekî berfireh cih girtin. Ev şoreş bû sedema guhertinên girîng di asta jin û civakê de û ezmûna jinê ya li Rojava bû nimûneyeke ku bala herêmî û navneteweyî li ser xwe kişand.”

Piştî xwendina nirxandinan, rapora salane ya Kongra Star a bajarê Hesekê ya ji bo salên 2025 û 2026’an hat xwendin û şirovekirin. Di raporê de rewşa siyasî, rewşa rêxistinî û rewşa jin, rêveberî û koordînasyonê hatin nirxandin.

Endama komîteya amadekar a konferansê Xalide Botî ji ajansa me re axivî û anî ziman ku armanca lidarxistina konferansê nûkirina avahiya rêxistinî li gorî pêvajoya heyî ye. Xalide destîşan kir ku nûbûn ji komînan dest pê dike ku bingeha rasteqîn a avakirina civakeke azad, demokratîk û hevbeş e û got: "Bi xebata hevbeş û komînal jin azad dibin û zihniyeta baviksalar derbas dibe."

Xalide Botî di axaftina xwe destnîşan kir ku bêyî azadiya jinan civak azad nabe. Her wiha îşaret pê kir ku di konferansê de dê pêvajoyên derbasbûyî werin nirxandin, rapora salane were nîqaşkirin, her wiha rêveberiya nû ya kongreyê ya bajarê Hesekê were hilbijartin.

Piştre jî ji rêberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif rewşa siyasî nirxand. Hediye Yûsif bal kişand ser girîngiya rêxistina jinan a ji bo derbasbûna qonaxa hesas a ku Sûriyeyê tê re derbas dibe. Hediye Yûsif destnîşan kir ku hebûna berbiçav a jinan û rêxistinkirina wan bingeha sereke ya rûbirûbûna bi astengiyên heyî û avakirina civakeke demokratîk û azad a ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne ye. Hediye beşdarbûna berfireh a jinan silav kir û ev yek wekî encama têkoşîneke dirêj û fedakariyên mezin nirxand.

Hediye Yûsif bi berdewma nirxandinên xwe de got: "Ji bo xwendina rewşa siyasî pêwîst e mirov ji ezmûna rêxistinbûyîna jinan dest pê bike. Ya ku di nav 15 salên borî de li Rojava hebûna xwe ya bibandor îsbat kiriye. Jinan di warên siyasî, rêveberî û navendên biryardanê de, her wiha di warên leşkerî û ewlehiyê de roleke pêşeng lîstin. Ev yek bûye bingeha avakirina pergala hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser de.”

Piştî axaftina Hediye Yûsif, sînevîzyonek li ser kar û xebatên Kongra Star a bajarê Hesekê ya sala 2025-2026’an hat pêşkêşkirin. Di berdewama konferansê de nîqaş li ser girîngiya avakirina komînan û girîngiya hevgirtina jinan a hatin kirin. Di nîqaşan de beşdaran bal kişandin ser girîngiya hebûna pirrengiya olî û çandî ya di vê konferansê de û wekî gavekî serkeftî li hemberî siyasetên tevliheviyê hat binavkirin.

Konferans bi hilbijartina Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê ku ji 5 kesan pêk tê, bi dawî bû.