Ji nefretê ber bi lihevhatinê ve; Sûriye dikare çi ji ezmûnên piştî şeran hîn bibe?

Ezmûnên civakên ji şer û krîzan derketine aşkera dike ku nefret, dezenformasyon û tehrîdkirin dikare heta piştî şer jî aloziyê veguherîne. Lê edalet, lihevanîn û xîtaba bexşandinê dikare di avakirina bawerî û pêşîlêgirtina tohildanê de bibe alîkar.

Ji nefretê ber bi lihevhatinê ve; Sûriye dikare çi ji ezmûnên piştî şeran hîn bibe?
15 cotmeh, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şer û êşên li Sûriyeyê ne tenê bi agirbestê û hilweşîna rejîma Baasê bi dawî hatin, bandorên wan bi rêya bibîranîn, tirs û nebûna baweriyê di nava civakê de berdewam dikin. Şer ji qadên cengê derbasî dezgehên medyayê û platformên dîjîtal dibe, li wir gotegot vediguherin tohmetan, tohmet vediguherin provakasyonê û provakasyon jî vediguhere cureyeke kîna komî ku rê ji bo tundiya nû vedike.

Di dema veguhêz de, hişyariyên dubare der barê zêdebûna gotinên nefretê û tehrîdkirina mezhebî, çi di medyayê de be çi jî li ser platformên medyaya dîjîtal, bandorên wê yên li ser aştiya sivîl derketine holê. Ajansa me (ANHA) bûyerên rojane yên wekî qetilkirin, revandin, tohmetên cur bi cur û hwd şopandin.

Ezmûna Sûriyeyê bi xwe nîşan dide ku ev ne pirsgirêkeke nû ye, bi salan e ku Neteweyên Yekbûyî belge kiriye ka çawa gotinên nefretê û teşwîqkirin dabeşbûnên civakî kûrtir dikin, di heman demê de UNESCO’yê piştgirî daye hewldanên ji bo avakirina mekanîzmayan ji bo çavdêriya gotinên nefretê û teşwîqkirina tundiyê di nava çapemeniya Sûriyeyê de.

DEMA KU YÊN DIN DIBIN DIJMIN

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar dike ku xetere di guhertina xîtabê de ye; ji rexnekirina kesan, saziyan an helwestên siyasî yên taybet ber bi berpirsyarkirina tevahiya komekê ji kiryarên kesan ve yan jî nîşandana mezheb, neteweyek an herêmeke taybet wekî dijmineke komî.

Ji ber wê NY’yê hişyarî da ku ev xîtab dikare hevgirtina civakî qels bike, rê li ber cudakirin û tundiyê veke. Ezmûnên dîrokî diyar dikin ku xîtaba provakasyonê dikare ber bi sûcên komî ve bi pêş bikeve.

Ji ber vê yekê, NY hişyar dike ku ev celeb retorîk dikare hevgirtina civakî têk bibe û rê li ber cudakarî û tundiyê veke û destnîşan dike ku pêşînên dîrokî nîşan dane ka çawa axaftina înflamatuar dikare bibe hovîtiya girseyî.

RWANDA: DEMA KU ÇAPEMENÎ DIBE SOTEMENIYA QIRKIRINÊ

Rwanda wek mînakeke aşkera ya xetereyên tehrîdkirina çapemeniyê ye. Berê û di dema jenosîda 1994’an de, xîtaba çapemeniyê ya tijî nefret û dabeşkera etnîk a Tutsî reş kirin û tundî li dijî wan teşwîq kir, bi sed hezaran kes di nêzî rojekê de hatin kuştin. NY’yê diyar kir ku jenosîda Rwandayê rûyê êş ê girêdana di navbera axaftina nefretê û tundiya komî de nîşan dide.

Lê belê Rwanda paşê modeleke cuda bi şopandina bernameyên lihevhatinê û ji nû ve entegrekirina hem saxmayî û hem jî sûcdaran di nava civakên herêmî de pêşkêş kir û bal kişand ser qebûlkirina borî û pêşîlêgirtina li dubarebûna dabeşbûnê.

Ezmûnên herêmî wekî gundên lihevhatinê, nîşan didin ka çawa kesên ji aliyên dijber ên pevçûnê karîn ji dijminatiyê ber bi hevkariyê û jiyana hevbeş ve derbas bibin.

MYANMAR: DEMA KU NEFRET JI EKRANÊ VEGUHASTIN KOLANÊ

Li Myanmarê belavbûna gotinên nefretê û dezenformasyonê yên ku Rohingya hedef girt, hawîrdoreke pir xeternak bi pêş xist û piştre jî pêlên tundî û koçberiyê çêbûn.

Qeydên hikumetê nîşan didin ku gotinên nefretê yên bi rêya dezgehên çapemeniyê ne tenê di qada dîjîtal de nemane, lê bi nakokî, tevlihevî û tundiya li ser erdê ve girêdayî bûn. Bi taybet lêkolîneke akademîk a 2024’an bi sernavê "Dema ku Facebook înternet e” rola medyaya civakî di nakokiyên etnîk de delîl dît ku hebûna Facebookê bi îhtîmala zêdebûna pevçûnê ve girê dide, bi taybetî di çarçoveya krîza Rohingyayê de.

Lêkolîn ji bo pêşkêşkirina perspektîfeke zêdetir hişyar girîng e û destnîşan dike ku her çend medyaya civakî pevçûn ji sifirê neafirand jî, hawîrdorek peyda kir ku belavbûna gotinên nefretê û dezenformasyonê hêsan kir û gihand gelek kesan.

Li gorî çavdêran, ev ezmûn ji bo Sûriyeyê derseke girîng dihewîne. Vîdeoyên xapînok û peyamên tehrîkker ne tenê naverokên dîjîtal in, ew dikarin bibin beşeke bûyeran ku bandorê li reftar û biryarên mirovan ên der barê komên din de dikin.

BOSNA: BIDAWÎBÛNA ŞER NAYÊ WATEYA BIDAWÎHATINA NEFRETÊ

Li Bosna û Herzegovniyayê şer bi dawî bû, lê birînên dabeşbûnê di siyaset, medyayê û bîra giştî de hîn jî hene, nakokî der barê tawanên şer, înkarkirina wan û bilindkirina sûcdarên wan de berdewam dike.

Ji ber vê yekê, di Hezîrana 2026’an de, NY’yê û hevkarên wê destpêşxeriyek da destpêkirin da ku li dijî gotinên nefretê û vegotinên dabeşker ên li welêt derkevin.

Dersa li vir aşkera ye, şerek dikare bi leşkerî biqede, lê ew dikare di nava civakê de bi vegotinên nakok berdewam bike.

AFRÎKAYA BAŞÛR: RÊYEKE BER BI LIHEVHATINÊ VE

Li aliyekî din jî, piştî bidawîbûna rejîma nijadperastî, Afrîkaya Başûr bi rêya Komîteya Rastî û Lihevhatinê rêyek cûda hilbijart û rûberek berfireh ji bo guhdarîkriina li qurbaniyan, aşkerakirina binpêkirinan û rûbirûbûna borî peyda kir.

Her çend ezmûn ne temam bû û Afrîkaya Başûr hîn jî bi rexneyên li ser dozên ku edalet nedîtine re rû bi rû ye. Wê modelek girîng pêşkêş kir ku nîşan dide ku qebûlkirina êşa qurbaniyan û peydakirina platformek ji bo bihîstina çîrokên wan dikare bibe beşek ji ji nû ve avakirina civakê.

Ezmûna Afrîkaya Başûr derseke din pêşkêş kir ku Sûriye dikare jê sûdê wergire û pêwîst nake ku lihevanîn bi wateya devjêberdana ji edaletê be. Neçarserkirina dozên kuştin û windakirinê bû sedem ku piştî bi dehan salan ew dosyayên biêş dîsa bên vekirin.

ÎRLANDAYA BAKUR: CUDAHÎ NAYÊ WATEYA VEGERA ŞER

Îrlanda Bakur modelek cuda li ser bingeha wê pêşgotinê ku civak ji bo jiyaneke aştiyane ne hewce ye ku cudahiyên siyasî û olî ji holê rake pêşkêş kir.

Piştî dehsalan ji şer, pêvajoya aştiyê li ser naskirina nasnameyên cihêreng, parvekirina desthilatdariyê û avakirina mekanîzmayên siyasî hate avakirin ku dihêle aliyên cuda bêyî ku serî li tundiyê bidin pêşbaziyê bikin û li hev nekin.

Li vir dersek girîng ji bo Sûriyeyê heye; lihevhatin ne hewce ye ku Sûriyeyî di siyaset, nasname yan vîzyonên xwe de bibin yek, berevajî vê, ew tê vê wateyê ku cudahiyên wan bi rêya diyalog û serweriya qanûnê, ne bi rêya şerê çekdarî, werin birêvebirin.

SÛRIYE LI PÊŞBERÎ 2 VEBIJÊRKAN E

Tevî şert û mercên wan ên cuda, ev ezmûnên cihêreng encamek yekane û ji hêla çavdêran ve piştrastkirî pêşkêş dikin. Çavdêran diyar kir ku dema ku cudahî vediguhere nefretê, nefret vediguhere tehrîdkirinê û tehrîdkirin vediguhere tundiyê, civak ji dubarebûna şer bi şêweyên nû re xeternak dibe.

Lê dema ku cudahî vediguhere diyalogê û lihevhatin bi rastî, edalet û berpirsiyariyê re tê gengaz dibe ku hêdî hêdî bawerî ji nû ve were avakirin.

Çalakvan û siyasetmedarên Sûriyeyî dibêjin ku têkoşîna li dijî gotinên nefretê li Sûriyeyê nayê wateya tepisandina rexneyên siyasî yan bêdengkirina muxalefetê; rexne mafek e, û cudahî xwezayî ye. Lê, xeta sor, dema ku xîtab vediguhere tehrîdkirina cudakarî, dijminatî yan tundiyê li dijî komek li ser bingeha nasnameya wê, dest pê dike.

(f)

ANHA