Şêniyên Aliyanê: Yekitiya Kurdan pêdiviyeke dîrokî ya parastina maf û destkeftiyan e

Şêniyên Kurd ên li herêma Aliyan a Çilaxayê bang li hêz û partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe xurt bikin û da zanîn ku qonaxa heyî daxwaza nêrîneke siyasî ya hevbeş û stratêjîk zelal a parastina destkeftiyên gelê Kurd dike.

Şêniyên Aliyanê: Yekitiya Kurdan pêdiviyeke dîrokî ya parastina maf û destkeftiyan e
15 cotmeh, 2026   06:20
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Têkildarî veguhertinên siyasî ên girêdayî siberoja gel û mafên wan, metirsiyên şêniyan der berê bandora wan a li ser doza kurdî de, şêniyên herêma Aliyan a gundewarên Çilaxayê ya parêzgeha Hesekê ji ANHA’yê re axivîn.

Idrîs Ehmed da zanîn ku Kurd venagerin dema beriya parçekirina Kurdistanê, ew bi saya têkoşîna xwe ya domdar û tecrubeya siyasî bûne xwedî destkeftiyan. Ehmed diyar kir parastina destkeftiyan û pêşxistina wan, wê bihêle Kurd hebûna xwe li beramberî bikaranîna doza xwe biparêze, her wiha wê rê li ber kiryarên înkarkirin, qirkirin û asîmîlasyonê bigire.

Idrîs Ehmed destnîşan kir ku qonaxa heyî bi hacetî hişmendiyeke xwedî berpirsyariyeke dîrokî ya hemû hêz û partiyên siyasî ye, derketina li hemberî astengiyên heyî bi helwestên ji hev qetî û ne wekî hev pêk nayê, wê astengî bi nerîneke hevbeş, stratêjîkk û zelal a ku dê daxwazên gelê Kurd pêk bîne û berjewendiyê wê biparêze pêk were.

‘NAKOKIYÊN HIZBÎ GEFÊ LI DESTKEFTIYAN DIXWIN’

Necme Hesen diyar kir ku domandina nakokiyên partîtî, dayîna berjewendiyên kesayetî bi ser berjewendiyên giştî helwesta kurdî lawaz dike, divê hevgirtina di navbera hêzên kurdî bê pêşxistin, parçebûna heyî ya ku dibe ku ji bo zirardayîna doza kurdî bê bikaranîna bê çareserkirin.

Necme da zanîn ku di vê qonaxê de divê nakokî neyên berfirehkirin û ti alî hevûdu tewanbare neke, divê rêyên ji bo pêkanîna diyaloga di navbera hêzên siyasî bê vekirin, ji bo xebateke hevbeş a kurdî ya bi hêz nîqaş werin pêşxistin.

Necme destnîşan kir ku yekrêziya kurdî nayê wateya nerînê aliyê din şaş were dîtin, ew tê wateya ku îradeya cudahiyê bi diyalog û lihevkirina li ser dozên çarenûsî yên girêdayî siberoja gelê Kurd, hebûn û mafê gelê Kurd bê çareserkirin.

STRATÊJIYA WEKHEV A MISOGERKIRINA MAFÊ GELÊ KURD

Aya Hisên da zanîn ku nebûna stratêjiyek siyasî ya zelal û biryareke wekhev a hêzên kurdî di vê qonaxê de, wê bandoreke demdirêj li ser siberoja gelê Kurd bike, derfetên dîrokî heta dawiyê tune ye, sûdgirtina ji vê derfetê daxwaza nerîneke stratêjîk dike.

Ayayê diyar kir ku Kurd ji bo pêşxistina hebûna xwe ya siyasî û daxwaza mafê neteweyî, siyasî û destûrî li pêşiya derfetekê ne, ev derfet ji ber hebûna parçebûn û nebûna biryareke wekhev ji dest diçe û ev bandorê li nifşên bê dike.

(sb)

ANHA