Parêzgarê Hesekê bi dadwerên hatine tayînkirin re civiya

Parêzgarê Hesekê bi hejmarek dadwerên ku ji aliyê Meclisa Bilind a Dadweriyê ve hatine tayînkirin re civiya, xebata dadweriyê, rêyên çalakirina pêvajoya dadweriyê û awayên başkirina performansa saziyên dadweriyê li parêzgehê gotûbêj kirin.

Parêzgarê Hesekê bi dadwerên hatine tayînkirin re civiya
Parêzgarê Hesekê bi dadwerên hatine tayînkirin re civiya
Parêzgarê Hesekê bi dadwerên hatine tayînkirin re civiya
Parêzgarê Hesekê bi dadwerên hatine tayînkirin re civiya
Parêzgarê Hesekê bi dadwerên hatine tayînkirin re civiya
14 cotmeh, 2026   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro bi çend dadwerên ku ji aliyê Meclisa Bilind a Dadweriyê ve ji bo parêzgehê hatine tayînkirin re civiya, rewşa karê dadweriyê û rêyên çalakirina pêvajoya dadweriyê nîqaş kirin.

Di civînê de Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El Hilalî, Parêzerê Giştî yê Parêzgehê Xazî El Şêx Îbrahîm û Serokê Komîteya Entegrasyonê Hesen Şero amade bûn.

Di civînê de, li ser rewşa karê dadweriyê li parêzgehê û gavên pêwîst ji bo çalakirina tam a pêvajoya dadweriyê û başkirina performansa saziyên dadweriyê hatin nîqaşkirin.

(f)