Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve ku 19`ê Tîrmehê ne tenê li qadên berxwedan û parastinê dest pê kir, meydana çandê ya ku geşedanên rojane veguherandin pirtûkan û hûrgiliyên şoreşê parastin jî, rol lîst. Wê asoyeke nû li pêşiya zimanê kurdî vekir û hişt ku nifşeke nû ji pirtûkan bê derxistin. 

Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
Ji meydanê ber bi rûpelan ve; pirtûkan şoreşa Rojava belge kir
23 tîrmeh, 2026   06:18
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an de, ne tenê rakirina çekan, pênûsan jî li kêleka çekan rola xwe ya rewşenbîriyê lîst. Nivîskar, helbestvan û lêkolîner geşedanên ku li qadan rû didan vediguherandin pirtûk, dîwanên helbestan, roman û lêkolînan. Di berheman de navên şehîdan û hûrgiliyên berxwedanana gel hatine bicihkirin û ev berhem tecrubeya Rêveberiya Xweser, veguhertinên siyasî, civakî û çandî digihînin nifşên bê. 

Di demekê de ku li Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û herêmên cudayên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer rû dida, pênûsên nivîskaran şahidî, çîrokên şervan û şêniyan belge dikirin. Nivîskaran berxwedanan li ser rûyê erdê li ser rûpela bîra şoreşê danî.

Têkildarî mijarê nivîskar û helbestvan Enahîta Sîno ya ji bajarê Serêkaniyê diyar kir ku şoreş guhertineke bingehîn da rewşa çandê ya li herêmê, wê ji ber qedexeya li ser zimanê kurdî di sala 1988`an de bi zimanê erebî dest bi nivîsê kir.

Enahîta Sîno got: “Li ser asta nivîs, ziman û fêrkirinê şoreş derfeteke mezin da nivîskaran. Îcar em dikarin berhemên xwe bi zimanê dayîkê çap bikin, geşedanên ku rû dan belge bikin û biparêzin. Dibe ku me nikarîbû herî tiştî belge bikin, lê tevî hebûna astengiyan û derfetên kêm em bi roleke girîng rabûn.”

Enahîta Sîno da zanîn ku şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke leşkerî bû, ew şoreşa jin, fikr, çand û wêjeyê ye jî. Di nava şoreşê de, piştî gelek salên paşguhkirinê, navên gelek jinên nivîskar ku dengê xwe bi rêya pirtûk, dîwanên helbestan gihandin, derketin holê.

Enahîtayê destnîşan kir ku nivîskara jin a dayîk, şervan û têkoşer di şoreşê de karîbû hest û tecrubeyên xwe bide diyarkirin, geşedanên şer û berxwedanê jî bûn berhemên wêjeyî û qonaxeke giştî ya dîroka herêmê belge kir.

Enahîta xwedî berhemên wêjeyî yên dosya koçberiyê, şehîd, jin û berxwedanê ye. Enahîtayê diyar kir ku şoreşê bandoreke yekser li tecrubeyên wê kir û wiha anî ziman: “Nivîskar lawê civaka xwe ye, her qonaxeke ku jiyan dike bandorê li nivîsa wan dike. Me roj bi roj di nava şoreşê de jiyan kir û normale ku bandorê li kesayet û pênûsa me bike.”

Enahîta Sîno destnîşan kir ku beriya 2012`an berhemên wê tenê girêdayî mijara dozên jin û welat bûn, lê bi destpêkirina şoreşê re mijarên nû derketin; mîna şehîd, berxwedan, dagirkerî û tecrubeyên rojane yên civakê. Ev bûyer veguherîn berhemên wêjeyî.

Nivîskar û lêkolînerê dîroka Kurdistanê û Rojava Ebdullah Qereman jî bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê xelkê herêmê silav kir û diyar kir ku ev roj ji bo hemû pêkhateyan ji zarok heta yên bi temenê xwe mezin xaleke veguherandinê ya dîrokî.

Qereman da zanîn ku di tevgera çandî di seranserî şoreşê de, di warê helbest, çîrok, roman û lêkolînan de pêşketinek ber bi çav çêbûye. Lê ev pêşketin hîn jî ji şoreşê biçûktire û ev ji nivîskar û lêkolîneran xebateke mezintir dixwaze.

Ebdullah Qereman diyar kir ku dîroka Kurdistanê her dem girêdayî wêje û hunerê ye, di demekê de ku derfetên nivîsînê nedihatin peydakirin, ew huner û wêje bi rêya stran û dengbêjiyê dihate parastin, niha jî pirtûk bûye wesîleya girîng a ji bo parastina bîra dîrokî.

Qereman da zanîn ku di şoreş de bûyerên berxwedan, koçber, dayîna berdêlan û bi hezaran şehîd hat jiyankirin, lê bandora van bûyeran li ser berhemên ku hatine derxistin hîn jî sînordar e û wiha got: “Derfeteke me ya mezin heye ji bo belgekirina dîrokê, bandora şoreşê li hemû deveran heye, lê gelek ji wan hîn negihîştine rûpelên pirtûkan.”

Qereman destnîşan kir ku her şerek û berxwedanek divê bibe madeyeke belgekirinê, tişta ku li ser Şoreşa Rojava hate nivîsandin heta niha ne bi qasî hebûna wê ya rastî ye.

Qereman behsa tecrubeya xwe ya kesayetî di belgekirinê de kir û diyar kir ku wî ji roja destpêkê ya êrişa dewleta Tirk li dijî Efrîn şahiya şênî û birîndaran, berxwedana ku hate kirin kom kir, piştre ev agahî di pirtûka xwe ya bi navê “Berxwedana Serdemê” ya ku 58 rojên berxwedanê tê de hatiye belgekirin, derxist.

Qereman da zanîn ku wî piştre li ser berxwedanan Kobanê û Bakurê Kurdistanê nivîsa xwe berdewam kiriye, divê di qonaxa bê de bale bikişînin ser belgekirina bûyerên herêma Cizîrê, Bendava Tişrînê, şerê li taxên Şêxmeqsû û Eşrefiyê din jî.

Ebdullah Qereman bang li nivîskar û rewşenbîran kir li bermaberî şoreşê bi berpirsyariya xwe rabin û ev yek anî ziman: “Şoreş rêyeke berfireh da wêjevanan ku berhemên xwe derxînin, ji bo ku Rojava di pirtûkan de weke ku li meydanan maye, bimîne; niha jî dem dema ku ew jî geşedanên ku rû dane belge bikin.”

(sb)

ANHA