Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin

Navenda Serpereştiya Civakî ya Reqa ji bo zarokên ji kampa Holê hatine derxistin, pêşengehek vekir.

Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
Ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane pêşengehek hat vekirin
18 tebax, 2025   14:16
REQA

Navenda Serpereştiya Civakî ya Reqayê di çarçoveya xebatên entegrekirina zarokên ji Kampa Holê hatine derxistin di nava civakê de pêşengehek wêneyan û xeta erebî vekir. Pêşengeh li nivîsgeha navendê ya li bajêr hate vekirin.

Malbatên zarokan, 16 zarokên beşdar û endamên navendê tev li pêşnegehê bûn.

Pêşengeh piştî rêveçûna perwerdeya zarokan di nava mehekê de hat vekirin. Di perwerdeyê de zarok fêr bûn çawa hestên xwe bi wêne û nivîsê bînin ziman.

Hevserokên Navenda Serpereştiya Civakî ya Reqa Neîma Mihemed û Mihemed Nûr El Fener pêşnegeh ji beşdaran re vekirin. Paşê beşdar li nava pêşengehê geriyan, tablo û nivîsên zarokan çêkirine, dîtin.

Di dawiya pêşengehê de endamên navendê çente li zarokên beşdarî pêşengehê bûne belav kirin.

(dc)

ANHA