Komîsyon dê li Dayikên Şemiyê û rêxistinên sivîl guhdarî bike

“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li meclisa Tirkiyeyê hatiye avakirin, dê di 19-20'ê Tebaxê de civîna xwe ya çaremîn li dar bixe û li Dayikên Şemiyê û rêxistinên sivîl guhdarî bike.

Komîsyon dê li Dayikên Şemiyê û rêxistinên sivîl guhdarî bike
18 tebax, 2025   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” dê di rûniştinên vê civînê de li nûnerên saziyên fermî, li nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û malbatên ku xizmên wan di şer de jiyana xwe ji dest daye, guhdarî bike.

Civîn dê saet di 14:00 de bi serokatiya serokê meclisa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş dest pê bike.

Di civîna 19'ê Tebaxê ya komîsyonê de wezîra xizmetên civakî û malbatê Mahînûr Ozdemîr Goktaş dê pêşkêşiyekê bike.

Di rûniştina destpêkê de dê li nûnerên wan weqf û komeleyan bê guhdarîkirin ku têkildarî malbatên hêzên dewleta Tirk ên mirine û birîndar bûne, kar dimeşînin.

Di rûniştina duyemîn de jî dê li wan malbatan bê guhdarîkirin ku bi hewldanên wezîrê karên hundir ê wê demê Suleyman Soylu li ber Serokatiya Bajarê Amedê ya HDP'ê çalakiya rûniştinê kir.

Di rûniştina destpêkê ya 20'ê Tebaxê de jî dê Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ji komîsyonê re biaxivin. Di rûniştina duyemîn de dê komîsyon li nûnerên ÎHH, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), MAZLÛM-DER û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî guhdarî bike.