Şanoya "Rêya Ber bi Kurahiyê ve" di festîvalê de hat pêşandan

Di roja 4‘emîn de Koma Amedê ya Bakurê Kurdistanê di Festîvala ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘de amade bû û Koma Kobanê şanoya "Rêya Ber bi Kurahiyê ve" pêşkêş kir

2 mijdar, 2026   17:20
KOBANÊ

Festîvala "Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê" ku  ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAN) ve hatiye organîzekirin dewam dike.

Festîval bi dirûşma ‘‘Ji Her Bajarekî Çîrokek, Ji Her Dilekî Romanek‘‘ bi beşdariya bi sedan şêniyan li Navenad Baqî Xido di roja 4‘emîn de bi rêve çû.

Endamên Koma Şanoyê ya bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê Elvan Koçer, Pêrînaz Aydogdu, Nûrşen Adiguzel û Rêzan Kaya ku îro derbasî Kobanê bûn, wekî mêvan di festîvalê de amade bûn.

Di roja 4‘emîn de koma şanoyê ya Kobanê daket ser dikê û şanoya "Riya Ber Bi Kurahiyê ve “ pêşkêş kir.

Piştî pêşandana şanoyê, şanogerên Koma Amedê peyamên pîrozkirina festîvalê dan û hêviya serketinê xwestin.

Hin beşdaran jî der barê şanoyê de nirxandinên xwe anîn ziman.

Festîval dê heya 4‘ê Mijdarê dewam bike.

(ct/bb)

ANHA