Di festîvala îsal de pêşbirka nivîsandina şanoyê tê lidarxistin

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Festîvala 3’yemîn a Çandê de ji bo pêşbirka nivîsandina şanoyê veqetandiye û pêşwazkirina bermehan didomîne.

Di festîvala îsal de pêşbirka nivîsandina şanoyê tê lidarxistin
3 mijdar, 2026   07:05
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê amadekariya lidarxistina Festîvala 3’yemîn a Çandê dike. Festîval dê di vê mehê (Mijdar) de bi pêşbirka nivîsên şanoyê pêk were.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Yûsif Kotî bi bîr xist ku Festîvala Yekemîn  ji bo helbestên bi zimanên Kurdî û Erebî hatibû veqetandin, ya duyemîn jî ji bo kurteçîrokên bi zimanên Erebî û Kurdî bû û ya sêyemîn a îsal jî ji bo nivîsandina şanoyê hatiye destnîşankirin.

Kotî yê ku endamê komîteya amadekar a pêşbirka nivîsandina şanoyê ye got festîval dê 3 rojan dewam bike û ev agahî dan: "Dê  bi axaftinan dest pê bike. Di dawiyê de dê xelat li 3 kesên serkeftî bên belavkirin. Xelata ji pêşbirka nivîsandina şanoyê ye, tu eleqeya xwe bi zimanê nivîsandinê çi Erebî, çi jî Kurdî dibe, pê nîn e."

Kotê li ser mecên tevlêbûna pêşbirkê ev agahî dan: "Deriyê beşdarbûnê li pêşiya tevahî nivîskarên ji tevahî deverên Rojava û hundirê Sûriyeyê vekiriye. Her kes dikare berhemên xwe bi rêya emailê an jî whatsappê bişînin. Komîteya nirxandinê dê li gorî pîvanên hunerî û wêjeyî yên diyarkirî nivîsan bixwîne û binirxîne. Endamên komîteyê beşdaran nas nake da ku zelalî û şefafiyet di proseya hilbijartina serkeftiyan de hebe."

Kotî destnîşan kir ku, ger pêwîstî hebû komîteya amadekar dikare dema pêşwazîkirina nivîsan heta 12’ê Mijdarê dirêj bike û anî ziman ku divê herî kêm nivîs 10 rûpel bin û 30 rûpelan derbas neke, li tu cihekî nehatibin parvekirin an jî di festîvalên dîtir de nehatibin pêşandan û mafê beşdar nîn e ku zêdetirî nivîsekî pêşkêş bike.

Kotî diyar kir ku armanc ji pêşbirkê piştgiriya behreyan were kirin, xwediyên wê li kêleka helbest, kurteçîrok û romanan li ser pêşxistina şiyanên xwe di nivîsandina şanoyê de teşwîq bibin. Kotî da zanîn ku rejîma Baasê Kurd ji mafên wan ên çandî mehrûm kiribû. Her wiha anî ziman ku festîval dê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar bikeve û ji saet 5’ê êvarê dest pê dike û 2 saetan li ber xwe dide.

Di dawiyê de Kotî got komîteya nirxandinê dê encamên xebatan di roja dawiyê de aşkera bike, dê li pêş girseyê mekanîzmaya nirxandinê û sedemên xwe spartinê ku nivîsên serkeftî hilbijêrin diyar bike.

(f)

ANHA