Ji bo agirbesta li Xezayê Hemasˊê pêşniyarek wergirt

Navbeynkarên Misrê û Qeterê, pêşniyareke nû ya ji bo agirbesta li Xezayê radestî şandeya Hamasˊê li Qahîreyê kir. Pêşniyar xwe dispêre înîsiyatîfa Amerîkî ya agirbesteke 60 rojî û berdana girtiyan li ser du qonaxan.

Ji bo agirbesta li Xezayê Hemasˊê pêşniyarek wergirt
18 tebax, 2025   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

berpirsekî Filistînî roja duşemê ji Ajansa France-Presse (AFP) re got ku navbeynkarên Misrê û Qeterê, pêşniyareke nû ya agirbestê li Xezayê radestî şandeya Hamasˊê ya bi serokatiya Xelîl El Heya kir.

Berpirs, ku nexwest navê xwe aşkera bike, da zanîn ku ev pêşniyar "xwe dispêre înîsiyatîfa dawî ya nûnerê Amerîkyê Steve Witkoff  û tê de behsa agirbesteke 60 rojî û berdana girtiyên Îsraîlî li ser du qonaxan hetiye kirin."

Girêdayî mijarê,  îro di bombebarana Îsraîlê ya li ser çend deverên li bajarê Xezayê de, di nav de zarok kuştî û birîndar çêbûn.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) diyar kir ku ji ber bombebarana balafirên Îsraîlê li dijî gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya li taxa Derec ku tê de koçber hebûn, 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

WAFAˊyê da zanîn ku Nexweşxaneya El Ewdê ya li Nisêrat ragihand ku piştî êrişa li dijî malekê li nêzî mizgefa El Şeqadî ya li kampa Nisêrat şehîdek û hejmarek birîndar gihîştin nexweşxaneyê. Hin kesên din jî di êrişa li dijî avahiyekê li derdora nexweşxaneya El Şifa ya li rojavayê Xezayê de birîndar bûn. Topavêjên Îsraîlê taxa Zeytûn a li başûrê rojhilatê bajêr da ber topan.

(k)