Ji bo siberojeke ewle divê dosyaya DAIŞ`ê were çareserkirin
Operaysonên ewlehiyê yên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê têne lidarxistin, têra çareserkirina pirsgirêka DAIŞˈiyên girtî û malbatên wan ên li kampan nakin. Lewre ji bo siberojeke ewle li herêmê û cîhanê, divê civata navneteweyî ji bo dîtina çareseriyeke daîmî bikeve nava tevgerê.
6ˈê Mijdara îsal Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê avakirina `Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar’ û destpêkirina operasyoneke li dijî çete û şaneyên DAIŞ’ê li kampa Holê û dora wê ragihand. Operasyon li ser bingeha agahî û mikurhatinên endamên DAIŞ’ê ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin, hate destpêkirin. Ev agahî destnîşan dikin ku şaneyên terorî yên DAIŞ’ê careke din li herêmên çolistanê çalak bûne û planên êrişên nû dikin.
Di operasyonê de ku 7 rojan dewam kir û duh bi dawî bû, 79 çete û hevkarên wan li gundewarê Holê hatin girtin, 79 çeteyên ji şaneyên rêxistina terorîst girtin, miqdarek mezin ji çekan, di nav wan de bombe û mayîn hatin destserkirin, lêpirsîn bi 17 jinên ku destê wan di îşkencekirinê û alîkariya şaneyên terrorist de hebûn, hat kirin, her wiha gelek alavên elektronîk ên ku peywendiya di navbera şaneyên rêxistinê de û hevkarên wê yên di nava kampê de hêsan dike, li gel sembol û alên DAIŞˈê jî hatin desteserkirin.
KAMPA HOLÊ
Kampa Holê ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye, li ber sînorê Iraqê ye, sala 1991’an ji bo bicihkirina penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê yê Duyemîn reviyane, hat avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan cihê xwe û kamp hat girtin. Lê bi êrişa li dijî Iraqê ya 2003’yan re kamp dîsa hate vekirin.
Bi destpêka krîza Sûriyeyê re çeteyên DAIŞ’ê kamp dagir kir û bajarê Holê ji bo çûn û hatina di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi kar anî. Di 15’ê Mijdara 2015’an de QSD’ê bajarê Holê û kampa wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û tê de koçberên Sûriyeyê yên ji şerê di navbera hikumeta Şamê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê de reviyane, bi cih kirin.
Piştî têkbirina DAIŞ’ê di Adara 2019’an de li Baxozê ya Dêrazorê nêzî 12 hezar çete hatin girtin ku niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Malbatên çeteyan di kampa Holê de hatin bicihkirin. Di buhara 2019’an de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkrin nêzî 74 hezar kes bûn, ji wan 50 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên sûriyeyî, iraqî û biyanî ne.
Piştî ku hin malbatên sûriyeyî û iraqî yên ku destên wan neketiye xwîna gelê Sûriyeyê û Iraqê ji kampê hatin derxistin, hin dewletên biyanî welatiyên xwe vegerandin ba xwe.
Niha di kampê de nêzî 11 hezar û 257 malbat hene (39 hezar û 899 kes). Ji wan 422 Iraqî û 435 Sûriyeyî yên ku eslê wan nediyar e, hene.
OPERASYONÊN BERÊ
Di kampê de bi salane bi dehan bûyerên kuştinê ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞˈê ve çêbûn. Kesên ku li hemberî fikarên DAIŞˈê radibin, bi taybet jinên ku nêrîna xwe li hemberî fikrên DAIŞˈê diguhertin dihatin kuştin.
QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyona Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞˈê li kampa Holê li dar xistin.
QONAXA YEKEMÎN A 2021’AN
Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 28’ê Adara 2021’an de dest pê kir û heta 2’yê Nîsanê dom kir. Di encamê de 125 endamên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Ji wan 20 serçete û berpirsên sûcên di kampê de bûn. Her wiha kelûpel û amûrên amadekirina mayînan hatin vedîtin û desteserkirin.
QONAXA DUYEMÎN A 2022’YAN
Qonaxa duyemîn a Operasyona Ewlehî û Mirovahî di 25’ê Tebaxa 2022’yan de dest pê kir û 24 rojan dewam kir. Di encamê de 226 çete hatin girtin, 25 tunel hatin vedîtin û hejmareke mezin a teqemenî, çek, cebilxane û amûrên din hatin desteserkirin. 2 keçên Êzidî ji çeteyên DAIŞˈê hatin rizgarkirin. Bi vî awayî di 4 salên dawîn de hejmara jinên Êzidî yên rizgarkirî bû zêdetirî 200 jinan.
Her wiha 4 jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû qeydkirin û îşkence li wan dihat kirin, ji aliyê YPJˈê ve hatin rizgarkirin.
QONAXA SÊYEMÎN A 2024’AN
Qonaxa sêyemîn a operasyonê di 27’ê Çileya 2024’an de dest pê kir û 10 rojan dom kir. Tê de 85 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin û çek û kelûpelên bi wan re hatin desteserkirin û 5 tunel hatin vedîtin û rûxandin.
Di operasyonê de serçeteyê bi navê Ebû Sufyan El Luheybî ku berpirsê karên terorî di hundir û derveyî kampê de bû, hat kuştin. Keçeke Êzidî bi navê Kovan Îdo Xirto ku berî bi 10 salan di êrişa li dijî Şengalê de hatibû revandin, ji aliyê YPJˈê ve hat rizgarkirin.
FIKREKE TUNDRAW Û RÊBAZÊN HOVANE
Tevî qedandina DAIŞˈê di aliyê erdîngariyê de di sala 2019’an de û nêzî 12 hezar çete niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, lê dîsa jî metirsiyên DAIŞ’ê didome. Ev metirsî jî xwe dispêrin van sedeman:
- Bermahiyên DIAŞ’ê bûne şaneyên veşartî û li deverên Sûriye û Iraqê belav bûne. Ev şane jî her demekê êrişan pêk tînin û dîsa xwe vedişêrin.
- Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê: Ji ber êrişan valahiyên ewlekariyê çêdibin, ev jî dibe derfet da ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê çekan veguhêzin û êrişan pêk bînin.
- Desteka ji derve: Çeteyên DAIŞ’ê destekê ji gelek aliyên herêmî û navneteweyî di serî de dewleta Tirk a dagirker digirin, lê hesab ji wan nayê pirsin.
- Deverên dagirkirî yên Sûriyeyê bûne wargeha komkirin û perwerdekirina çeteyan: Di salên dawîn de dewleta Tirk a dagirker gelek deverên bakurê Sûriyeyê dagir kirin û kirin wargehên bermahiyên DAIŞ’ê. Çeteyên DAIŞˈê jî ji wir planên pêkanîna êrişan li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade dikin. Êrişa li dijî girtîgeha Sînaa di 20’ê Çileya 2022’yan de jî nîşana wê yekê bû.
- Kampa Holê û belavkirina fikrê tundraw: Hebûna bi dehhezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê hiştiye kamp bibe mîna bombeyek li ber teqînê. Li kampê şaneyên DAIŞ’ê belav bûne û bi gefa kuştinê çeteyan tev li xwe dikin. Her wiha jinên DAIŞ’ê jî zarokan bi fikrên tundraw mezin dikin ku nifşekî nû ji çeteyan ava bibe, di encamê de metirsiya li dijî seranserî cîhanê mezintir dibe.
- Sûdgirtina ji krîzên herêmê: Çeteyê DAIŞ’ê ji krîzên herêmê nexasim krîza Sûriyeyê sûd digirin û metirsiyê li ser ewlehiya herêmê çêdike.
- Bêxemiya civata navneteweyî: Civaka navneteweyî di mijara vegerandina çeteyên biyanî û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de erkên xwe bi cih nayîne û destekê nadin Rêveberiya Xweser da ku dadgehan ji bo çeteyan ava bike yan wan vegerînin welatên wan.
ÇARESERNEKIRINA DOSYAYA DAIŞ’Ê Û MALBATÊN WAN TÊ ÇI WATEYÊ?
Di operasyonên ku hêzên leşkerî û yên ewlekariyê li kampa Holê bi taybetî pêk tînin de, metirsiya şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wan kêm dibe. Lê belê ev operasyon ji bo çareserkirina dosyaya çeteyên girtî û malbatên wan di kampan de, ne bes in.
Her wiha eger ev pirsgirêk çareser nebe, rewşa ewlehiyê ya herêmê dê paş bikeve, nexasim hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civata navneteweyî. Di encamê de rewşa ewlehiyê ne tenê ya herêmê, lê belê li seranserî cîhanê dê paş bikeve.
ÇARESERÎ PÊWIST E
Ev zehmetî, metirsiya çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan zêdetir dibk, ji ber wê pêwist e civata navneteweyî û dewletên ku welatiyên wan li herêmê girtî ne, li hemberî vê dosyayê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku ev pirsgirêk ji binî de were çareserkirin û jiyaneke ewle ji nifşên nû re were misogerkirin.
(mh/bb)
ANHA