Şervanên beşdarî operasyonê bûne: Me planên DAIŞ’ê têk birin

Şervanên beşdarî Operasyona "Ewlehiya Domdar" bûne diyar kir ku operasyonê encamên baş girtin, planên çeteyên DAIŞ’ê û hewldanên wan ên revandina malbatan ji hundirê kampê, hatin têkbirin.

Şervanên beşdarî operasyonê bûne: Me planên DAIŞ’ê têk birin
13 mijdar 2024   05:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Odeya Operasyonên Hêzên Hevbeş bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo paqijkirina kampa Holê û derdora wê ji şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, Operasyona "Ewlehiya Domdar" da destpêkirin. Di encamê de 79 çete hatin girtin, çekên bi wan re hatin desteserkirin û tunel di hundirê kampê de hatin vedîtin.

Şervanên beşdarî operasyonê bûne diyar kir ku ev operasyon li ser daxwaz û banga xelkê herêmê hat destpêkirin. Ji ber ku şaneyên çeteyên DAIŞˋê ji bo wergirtina agahiyan xelkê herêmê şantaj dikirin.

Şervan Şahîn Şedadê ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn e û beşdarî operasyonê bû, diyar kir ku armanca sereke ya operasyonê pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmê û tunekirina şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê bû.

Şervan Şedadê destnîşan kir ku operasyon encamên baş pêk anîn û got: "Em li ser erkên xwe ne û ji bo parastina civakê di her kêliyekê de amade ne."

Endama Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên girêdayî QSD’ê Rojbîn Efrîn destnîşan kir ku ev operasyon hemwextî zêdebûna çalakiya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li hundir û derveyî kampê, hat destpêkirin û got: “Encamên girîng wek ku ji aliyê Odeya Operasyona "Ewlehiya Domdar" ve hatibû plankirin, hatin wergirtin.”

Rojbîn Efrîn diyar kir ku şervanên jin di vê operasyonê de roleke pêşengtiyê lîstin û got: “Armanca me ya sereke parastina herêmê û tevahî jinan e.”

Endama YPJ’ê Bêrîtan Qamişlo jî diyar kir ku wan gelek plan û tevgerên çeteyên DAIŞ’ê yên di hundirê kampê de vedîtin, her wiha hewldanên revandina malbatan ji kampê hatin têkbirin.

Bêrîtan Qamişlo soza domandina têkoşînê li dijî terorê û êrişên li dijî herêmê û pêkanîna ewlehî û aştiyê, dubare kir.

(mh/fr)

ANHA