Li Dêrazorê gule li otobusa Wezareta Parastinê reşandin

Li gundewarên Dêrazorê du kes ku li motorsîklêtê bûn, gule li otobusa Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî reşandin.

Li Dêrazorê gule li otobusa Wezareta Parastinê reşandin
24 îlon, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma El Ewsec a gundewarên rojavayê Dêrazorê du kes ku li motorsîklêtê bûn, gule li otobusa Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê kirin. 

Dema ku otobus di herêmê re derbas dibû, êriş hat kirin. Li gorî agahiyan, zerarên canî çênebûne.

Nasnameya êrişkaran hîne diyar nebûye.