Bendên li nav bajarokê Senemênê tên rakirin

Piştî lihevkirina di navbera komîteyeke şêniyên bajarok û hikumetê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bendên xwe li nava taxa rojava ya bajarê Senemên ê Derayê rakirin lê hin nuqteyên xwe li têketina sereke ya taxê hiştine.

Bendên li nav bajarokê Senemênê tên rakirin
25 îlon, 2026   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî nîvro bendên ku vê dawiyê li taxa rojava ya bajarokê Senemên ê li bakurê Derayê danîbûn, rakirin lê nuqteyên li têketinên sereke yên taxê hiştine.

Li gorî agahiyên ku rûspiyên bajarok dane nûçegihanên me, ev yek piştî lihevkirina di navbera aliyên hikumeta veguhêz û komîteyeke şêniyên taxê de pêk hat.

Li gorî agahiyan, lihevkirin li ser çareserkirina rewşa kesên ku ji aliyê hikumetê ve biryara lêgerînê der barê wan de hebû, çêbûye. Her wiha biryara efûya giştî yan jî sivikkirina cezayan û sozdayîna muameleya baş li hemberî girtiyan hate dayîn.

Der barê bendên lihevkirinê de tu agahiyên fermî nehatine parvekirin.

Berbanga 17‘ê Îlonê di dema serdegirtina malan û lêgerîna kesên ku biryara destgîrkirinê der barê wan de hebû, pevçûn derket. Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê wê demê qedexeya çûn û hatinê ragihandibû.

18‘ê Îlonê berpirsê hêzên ewlekariyê yê Derayê şaneya ku 3 endamên wê kuştine, aşkera kir û da zanîn berpirsên şaneyê Muhsin El Hîmed û Ehmed Osman (Kişkî) ne. Her wiha dabû zanîn ku di dema lêgerînê de miqdareke çek û bombe hatine desteserkirin û lêgerîna endamên din ên şaneyê dewam dike.

Ji wê rojê ve hêzên ewlekariyê tevgera xwe li taxê zêde kir û lêgerîna li malan û kesên ku destên wan di bûyerê de hebû, pêk dianî.

(bb)