Li dijî cezayê darvekirina Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evîn gireva birçîbûnê

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn diyar kir ku li dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî di greva birçîbûnê de ne.

Li dijî cezayê darvekirina Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evîn gireva birçîbûnê
12 mijdar 2024   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10’ê Mijdarê de ji aliyê gelek aliyan ve bertekên têkildarî cezayê darvekirinê yê ji bo endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Êvîn ya Tehranê girtî tên nîşandayîn, girtiyên jin yên li Girtîgeha Evînê ya Jinan jî ragihandin wan îro dest bi greva birçûnê kiriye.

Golrox Îrayî ku li Girtîgeha Êvînê girtî ye, di peyamekê de ku li ser platformên xwe yên medyaya dîjîtal X û Instagramê belav kir, ragihand ku girtiyan ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yê li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn dest bi greva birçîbûnê kirine. Golrox Îrayî di peyama xwe de bibîr xist ku Werîşe Mûradî mafê parastinê ji aliyê serokê dadgehê ve nehatiye dayîn û got ku cezayê darvekirinê bi raya dadger bêyî ku xwe bispêre delîlên berbiçav hatiye dayîn. Îrayî di berdewamiya peyama xwe de diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Êvînê ya Jinan îro dest bi greva birçîbûnê kirine.