25 şêniyên Kobanê li ser sînorê Rojhilat û Başûr asê mane

25 kesên ji Kobanê li herêmeke çiyayî ya di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ev nêzî hefteyekê asê mane û bê av û xwarin in.

25 şêniyên Kobanê li ser sînorê Rojhilat û Başûr asê mane
25 îlon, 2026   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

25   şêniyên Kobanê derbasî Îmarat dibin û tên Îranê. Dema ji Îranê qaçax derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, ji aliyê asayîşa Başûrê Kurdistanê ve tên girtin. 

Nûçegihanê ANHA`yê bi telefonê bi wan re axivî. Kesên asêmayî da zanîn ku ew nêzî gundê Hecî Umeran li herêmeke çiyayî nêzî deriyê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ne. Her wiha anî ziman ku av û xwarin bi wan re nemaye, daxwaza alîkariyê kirin da ku ji herêmê derkevin.

Her wiha dîmen ji ANHA`yê re şandin û tê de rewşa komê tînin ser ziman.

Kesên asêmayî got wan hewl daye qaçax derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê rayedarên Başûr destûr nedaye û ew birine herêmeke di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de. Rayedarên Îranê jî ew girtine û radestî rayedarên Başûr kirine. Rayedaran destûr nadaye ew bikevin Başûr û ew niha nêzî gundê Hecî Umeran bê av û xwarin in.

Kesên asêmayî bang li aliyên kurdî û rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku wan bigihînin herêmeke ewle.

(np)

ANHA