Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin

Îbrahîm Ehmed Faris ê ji Dêrikê li cihekî bilind a bênderên gundê xwe sekiniye. Bi hesreteke mezin li şûna zeviyên xwe yên rojekê şînahiya jiyanê nîşan dida, mêze dike. Bi destê xwe cihên kaniyên berê yên li gund nîşan dide û dibêje hemû kanî ziwa bûne.

Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
Asta ava binerd dadikeve û bendav ziwa dibin
8 tebax, 2025   06:25
QAMIŞLO
RIWA EL NAYÊF – EHMED SEMÎR

Welatiyê bi navê Îbrahîm Faris ê ji gundê Kanînemê ya Dêrikê li ser kaniyên berê yên gund dibêje: “Tiştê dibe ne tenê ziwabûn e. Lê tunebûna jiyana berê ya li ser vê xakê ye. Me li vir sebze, titûn, kuncî û birinc diçandin. Pêwîstiya me bi tiştekî ji derve nedima. Zeviyên me her tişt dida me. Lê niha rewşa hewayê guhertiyê, baran kêm bûye, di salên dawî de hişkesaliyeke zêde çêbûye. Ji ber vê jî av li gundê me nema. Heta xwedîkirina masiyan ku berê me dikir, nemaye.”

Li kantona Cizîrê aloziyeke avê ya mezin çêbûye. Ev siberoja çandiniyê, ewlehiya xwarinê û îstîqrara niştecihbûnê dixe bin metirsiyê. Ev alozî di navbera Qamişlo û Dêrikê de jî gelekî bandor kiriye. Li herêmê hejmareke mezin a kaniyan, bîr, rûbar, çem û bendavên biçûk hebûn. Di salên dawîn de ziwabûnê dest pê kiriye. Destpêkê bendavên Çilaxa û Tirbespiyê bi temamî ziwa bûn. Ji ber wê jî bi hezaran donimên zeviyan bê av man. Vê yekser bandor li çandiniyê kir. Rêjeya ava bendavên Meşûqê û Şivan ên Dêrikê jî kêm dibe.

REWŞA BENDAVAN

Endezyar Ramî Mihemed El Midhî ku endamê Buroya Dahata Avê ya Tirbespiyê ye, têkildarî bendavan ji ajansa me re axivî. El Midhî diyar kir rewşa avê li herêmê metirsîdar e û got “Di rewşa heyî de bendavên Mizgeft, Meşûq û Çilaxa yên bi ava baranê tijî dibûn, ziwa dibin. Vê bandoreke mezin li tevahî herêmê kiriye. Pisporên girêdayî buroya me sedemên ziwabûnê dişopînin.”

Ramî Mihemed El Midhî der barê kêmbûna ava bîran de jî agahî dan û wiha pê de çû: “Xerckirina zêde ya ava bîrên binerd, metirsîdar e. Di dema dawî de asta vê di bîrên gelek gundên bakurê Tirbespiyê de zêde bûye. Piraniya wan bîran di kûrahiya 30 heta 40 metiran de ne. Bi awayekî bê rêk û pêk têne kolan. Niha tenê incek yan 2 inc av derdixin. Carinan bi temamî ziwa dibin.”

El Midhî di dewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku komîteya çandiniyê û buroya wan karekî hevbeş dikin û wiha dom kir: “Ev di rêya kampanyên hişiarkirina welatiyan de birêve diçe. Di heman demê de asêkirina dayîna ruxsetên bîran riyeke dine. Armanca kolandina bîran û cihê lê were kolandin, pir giringe. Em bi van kirinan hewl didin ava bin erd biparêzin. Bi taybet di vê dema hişksalî û ziwabûna zêde, ev kirin gaveke êrênî ya di riya parastina avê ye. Hewcedariya welatiyan li gundan zêde bû ye. Hin gundî yan bîrên xwe paqij dikin, an jî bîrên nû dikolin. Ev ji sedema kêmbûna ava nîrên wan tê kirin.”

Mihemed El Midhî di dawiya axaftina xwe de agahî da ku hejmara bîran li herêmê di navbera hezar û hezar û 100 de ye û wiha got: “Ev bîr di navbera Tirbespiyê, Til Merûf, Arşediyê, Um Izam, Arşediye Kerîmka û heta gundên Til Etşan diçe. Bîrên malan serjimarî ji wan re ne hatiye çêkirin. Bes hejmara wan gelekî zêde bû ye. Ji lewma divê kolandina bîran bi tamamî were sekinan. Ew zirarê li ava bin erd dikin.”

XERCKIRINA ZÊDE Û GUHERTINA AVHEWAYÊ

Guhertina avhewayê bandoreke mezin li herêmê kiriye. Endezyar û pisporê ekolojiyê Mihemed Reşîd Seyîd da zanîn ku kêmbûna avê bi vê rêjeya zêde yekser bandor li rêjeya ava binerd jî kiriye û got: “Ev metirsiya guhertina avhewayê û ziwabûna di herêmê de hîn zêdetir dike. Di heman demê de bandorê li qatên jêr erd bi tevahî dike.”

Seyîd her wiha da diyarkirin ku kêmbûna ava bendavan gelekî metirsîdar bû ye û wiha dom kir: “Rêjeya ava depokirî li hemû bendavan gelekî kêm bûye. Di asta nema têra avdanê dike. Nema dikare bi wan hevsengiya avê di herêmê de çêbike. Wekî nimûne di hin bendavan de kêmbûna avê ne tenê bandorê li çandiniyê dike. Bandorê li jiyana bejahî jî dike. Hin bendav ji sedî 10 heta 15 av di wan de maye. Ev metirsiya ku bi temamî ziwa bibin çêbûye. Ev badnorê li jiyana tevahî zindiyê herêmê jî dike. Niha di herêmê de tenê nebatên strî çêdibin. Pirengiya jiyana nebatan di herêmê de ketiye bin metirsiyê de. Erd jî başbûna xwe ji çandiniyê re winda dike. Bi kêmbûna rêjeya avê re asta şorbûnê di avê de zêde dibe. Ev jî dihêle erd bikêrî çandiniyê neyê.”

Seyîd di dawiya axaftina xwe de hişyarî da û got: “Bi çareseriyên anternatîf tenê pirsgirêk çare nabe, divê di serî de welatî werin hişyarkirin ku avê zêde xerc nekin. Rêbazên nûjen di avdanê de bi kar bînin. Kolana bîran a bê ser û ber were rawestadin. Divê çareseriyên demdirêj pêk werin, wekî nimûne komkirina ava baranê. Paqijkirina ava kanalîzasyonan û bikaranîna wê di avdanê de û hwd.”

Mihemed Reşîd Seyîd di dawiya axaftina xwe de got rewş ber bi têkçûnê ve diçe û ev tişt anî ziman: “Berê bendavên herêma Cizîrê têra çandinî û avdana welatiyan nedikir. Lê beşeke mezin jê pêk dianî. Niha bi ziwabûna bendava Çilaxayê, kêmbûna ava bendavên Şivan, Dêrik û Mizgeftê re, li herêmê xeteke bingehîn a parastina çandiniyê winda bûye.”

Ev kêmbûna di rêjeya avê de bandor li ava binerd jî kiriye. Ev jî hêza civakî ya herêmê kêm dike. Dihêle çandinî pir lawaz bibe, koçberiya ji gundan ber bi bajaran û derve jî zêde dike.

(dc)

ANHA