Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin

Li Kobanê ji bo şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Botan (Îbrahîm Şawî) merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan merasîmek hat lidarxistin
25 gulan, 2025   13:18
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ji bo şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Botan (Îbrahîm Şawî) ê 7`ê Kanûna 2024` li Minbicê şehîd bibû, merasîma xiyabî li taxa Miktelê li dar xist û konê sersaxiyê veda. Bi sedan şêniyên kantona Firaêt, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanên QSD, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevberdevka Şaxê Kantona Firatê ya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Eyşe Efendî  axivî.

Eyşe Efendî di axaftinan xwe de sersaxî ji malbata şehîd Botan re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Eyşe Efendî diyar kir ku şervanan di rêya azadiya gelê xwe û aramiya herêmê canê xwe feda kirin û got: " Bi saya ramanên Rêber Apo û keda şehîdan em azad bûn. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û tu carî xwîna wan li erdê nehêlin. "

Eyşe  Efendî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinê wesîqeya şehîd Botan hat xwandin û radestî malbata wî hate kirin.

(mm/bb)

ANHA