56 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Li Tirbespiyê 56 cangoriyên mehên Adar, Nîsan û Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

56 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
56 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
56 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
56 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
56 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
56 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
25 gulan, 2025   13:39
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê bi armanca bîranîna 56 şorşgerên ku li deverên cuda di mehên Adar, Nîsan  û Gulanê de şehîd bûne merasîmek li dar xist.

Merasîmê bîranînê li Hola PYD’ê bi amadebûna malbatên şehîdan û şêniyan pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtin sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê nirxên şehîdan de û wêneyên şehîdan hat temaşekirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Welat Zeredeşt jî di bîranînê de axivî. Welat Zeredeşt bal kişand ser berdêlên ku pêkhateyên Sûriyeyê di rêya parastina herêmê de dane û got: "Sûriyeyê di pêvajoya derbasbûnê de ye. Divê desthilata Şamê cudabûna xwe ji desthilata Baas îsbat bike û tevahî pêkhateyan beşdarî avakirina Sûriyeya siberojê bikin."

Zeredeşt anî ziman ku malbatên şehîdan şopdarên xeta şehîdan e, piştgiriyê didin QSD’ê û ji bo avakirina Sûriyeke nenavnedî ya demokratîk dixebitin.

Piştre  jî wesîqeyên şehîdên her sê mehan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(bb)