Ji Asyaya hata Afrîkaya Bakur piştgirî ji bo Pexşan Ezîzî

Tora Hevgirtina Jinan a Asyaya Rojava (WANA) û Afrîkaya Bakur (WWSN), ji bo rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ya ku Îranê derbarê wê de biryara darvekirinê dayî bangawazî kirin.

Ji Asyaya hata Afrîkaya Bakur piştgirî ji bo Pexşan Ezîzî
14 ÇILE, 2025   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê rojnameger û parastvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî erê kir. Tora Piştevaniyê ya Jinan a WANA’yê (Asyaya Rojava û Bakurê Efrîqayê) ji bo betalkirina cezayê Pexşan Ezîzî banga çalakiyên lezgîn kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Weke endamên Tora Piştevaniyê ya Jinan a WANA’yê, em bang li civaka navneteweyî, hikûmetan, rêxistinên mafên mirovan û parastvanên mafên jinan dikin ku ji bo sekinandina biryara bidarvekirina Pexşan Ezîzî, dest bi çalakiyên bibiryar û lezgîn bikin. Dadgeha Bilind a Îranê biryara cezayê darvekirinê erê kir û ev ceza dibe ku di carekê de bê cîbicîkirin. Pexşan Ezîzî, jiyana xwe fedayî parastina mafên jinên neparasteî, têkoşîna li dijî wekheviyê û têkoşîna edaletê ya ji bo civaka xwe kir. Dilsoziya wê ya qayîm a bi mafên mirovan re, ji bo gelek kesan bû hêvî. Bidarvekirina wê ne tenê dê bibe bêedaletiyeke hovane, di heman demê de dê dengekî ji bo pêşketina Îranê û wekheviyê jî dê bê qutkirin.” 

 Bi domdarî hat xwestin ku divê ji bo Pexşan Ezîzî tavilê her kes bikeve nava liv û tevgerê û wiha hate gotin: “Bikaranîna cezayê mirinê ya ji bo bêdengkirina aktîvîstên weke Pexşan Ezîzî, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û ji bo mirovahiyê şermekî mezin e. Em mecbûr in ji bo pêşîlêgirtina vê bêedaletiya jêneveger bikevin nava tevgerê. Em bangî hemû kesên xwe fedayî edalet û mafên mirovan kirine, bang î sazî û dezgehan dikin ku ji bo şermezarkirina vî cezayî tev li me bibin. Em piştevaniyê bidin Pexşan Ezîzî, malba û civaka wê û daxwaza betalkirina vî cezayî bikin. Dem, krîtîk e. Divê em bi hev re qedrê jiyana mirovan misoger bikin û bi eşkereyî nîşan bidin ku nabe aktîvîstên mafên jinan ji ber wêrekî û parastvaniya xwe hedef bên girtin û cîhan dê li dijî vê bêdeng nemîne. Ji bo pêşîlêgirtina vê trajediyê, ji bo jiyan û dengê Pexşan Ezîzî bibe hêvî û çavkaniya guherînê ya nifşên pêşerojê, divê em bibin yek.”