Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê di navbera şêniyên herêma Hewş Seyîd Elî û artêşa Lubnanê de pevçûn derket.

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn
14 ÇILE, 2025   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Lubnanê, li bajarokê Hewş Seyîd Elî yê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê şer û pevçûnên dijwar di navbera şêniyan û artêşa Lubnanê de derketine. Tê gotin ku birîndar hene.

Hate diyarkirin ku artêşa Lubnanê hêzeke mezin şand cihê bûyerê. Der barê sedemên şer de tu agahî nehatin parvekirin.

Artêşa Lubnanê 3ˈê Çileyê ragihandibû ku li herêma Marebûn a parêzgeha Belebek Hermel a nêzî sînorê rojhilat, şer di navbera leşkerên wê û komeke girêdayî HTŞˈê de rû dabû. Di encamê de 5 leşkerên artêşa Lubnanê birîndar bûbûn.

(bb)