Li Îranê zextê li ser jinan didomin

Atûsa Babadî ku li Sabzevarê dijî, ji aliyê hêzên Daîreya Îstîxbarata Îranê ve hat binçavkirin. Nazenîn Abedînî Kefşgarî ya Beheyî jî, rastî 3 sal cezayê girtîgehê û 8 sal bêparkirina ji mafên civakî hat.

Li Îranê zextê li ser jinan didomin
16 mijdar, 2026   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên hatine weşandin, Atûsa Babadî di 4’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên Daîreya Îstîxbaratê ve li Sabzevarê hate girtin. Piştî du rojan li navendek ragirtinê ya girêdayî yekîneya ewlehiyê ma. Atûsa Babadî sewqî Girtîgeha Sabzevarê hate kirin û hîn jî li wir di tê ragirtin.

TU AGAHİYEK NEHAT PARVEKİRİN

Heta niha, derbarê sedemên girtina wê, sûcên li dijî wê, rewşa pêvajoya wê ya yasayî, an jî gelo ew dikare bigihije parêzerekê ti hûrgilî nehatine parvekirin. Li aliyê din, li welatiya Baheyî ya li QaimŞehrê dijî ya bi navê Nazenîn Abedini Kefşgari, 3 sal cezayê girtîgehê û 8 sal bêparkirina ji mafên civakî hate birîn.

Li gorî biryara di 9’ê Mijdara 2026’an de ji aliyê Daîreya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sari ve û bi serokatiya Dadwer Ammar Remezanî hatiye dayîn, sûcên li dijî Nazenîn Abedînî ‘propagandaya li dijî rejîma Komara Îslamî’ û ‘propagandaya ji bo kom an rêxistinên li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê’ nin.

Jİ BER ÇALAKİYAN HATE GİRTİN

Li gorî raporan, dadgehê welatiya Baheyî li gorî çalakiyên wê yên perwerde û olî, wek hînkirina baweriyên Baheyî ji zarokan re û beşdarbûna çalakiyên onlîne, li gorî benda duyemîn a beşa pêvek (bis) a madeya 500 a Yasaya Cezayê ya Îslamî mehkûm kir.

Ev her du doz, binçavkirina berdewam û rewşa yasayî ya ne diyar a kesek li Sabzevarê û girtin û bêparhiştina ji mafên civakî yên welatiyek Baheyî ji ber çalakiyên wê yên perwerdeyî û olî radixe ber çavan.