Gundê Bênê yê Şêrawayê jî tê topbarankirin

Piştî Til Cîcan û Til Medîq artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundê Bênê yê Şêrawayê jî topbaran dike.

Gundê Bênê yê Şêrawayê jî tê topbarankirin
30 mijdar, 2024   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji qadê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê bajarokê Şêrawayê kantona Efrîn-Şehbayê bi çekên giran topbaran dikin.

Ji ber topbaranê zerarên madî çêbûne.

Beriya çend kêliyan jî artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Til Cîcan û Til Medîq ên heman kantonê topbaran kirin.

(bb)

ANHA