Îsraîl işyarî da Lubnanê ku êrişên berfireh bike

Îsraîl, bi rêya Washingtonê hişyarî da ku  ew ê operasyonên xwe yên li hundirê Lubnanê berfireh bike.

Îsraîl işyarî da Lubnanê ku êrişên berfireh bike
30 mijdar, 2025   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Ragihandinê ya Îsraîlê îro ragihand ku hikûmeta Îsraîlê bi rêya rêveberiya Amerîkayê peyamek hişyariyê ya tund ji hikûmeta Lubnanê re şandiye û diyar kiriye ku eger artêşa Lubnanê "gavên bi bandor ji bo bêçekkirina Hizbullahê an sînordarkirina çalakiyên wê neavêje,  wê artêşa Îsraîlê çarçoveya operasyonên xwe yên leşkerî li hundirê axa Lubnanê berfireh bike."

Li gorî desteyê, Îsraîlê di peyama xwe de diyar kir ku ew amade ye çarçoveya êrişan berfireh bike. Her wiha destnîşan kir ku Îsraîl difikirî ku ji bo hikûmeta Lubnanê demekî destnîşan bike, ji bo avêtina gavên berbiçav, lê niha ew der barê mijarê li benda biryara DYA`yê ye.

(k)