’Aştî bi diyaloga bi Rêbertî ve girêdayî ye’

Jinên ji kantona Tebqayê diyar kir ku ji bo çareseriya siyasî û aştiya rasteqîn pêk werin divê cezayên siyasî yên li Rêber Abdullah Ocalan werin bidawîkirin û hevdîtin pê re werin kirin.

’Aştî bi diyaloga bi Rêbertî ve girêdayî ye’
30 mijdar, 2025   11:18
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Jinên ji kantona Tebqayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ev peyam da dewleta Tirk ’Eger hûn aştiyê dixwwazin, aştî di hundirê girtîgehê tê avakirin. Rêbertî azad bikin, pê re nîşqaş bikin, ji ber ku ew xwediyê projeya aştiyê ye."

Edla El Ekeş daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku sînorekî ji pêkanînên dewleta Tirk re deynin.

Edla El Ekeş anî ziman ku ew bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan re bawer in ku mafên jinan daye wan û got: "Em bi Rêbertiya xwe re hene ta tecrîd were rakirina û azadiya wî ya fîzîkî pêk were."

Edlayê îşaret pê kir jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza xwe ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Berê em paşguhkirî bûn, lê îro bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em bûne xwedî rol û raye. Em ê li gorî fikir wî kar bikin û tecrîdê red dikin."

Edla Ekeş bi van gotinan bang li dewleta Tirk kir "Eger hûn aştiyê dixwazin, aştî di hundirê girtîgehê de ye. Rêbertî azad bikin, pê re nîqaş bike, ew xwediyê projeya aştiyê ne ya şer e."

Wesayîf El Selame jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan red kir û ev li goitnên xwe zêde kir " Peyama me ya ji Tirkiyeyê re diyar e; bêyî mîsogerkirina mafên û bêyî vekirina deriyê diyalogan aramî û siberoja siyasî nin in."

Wesayîfê da zanîn ku her çendî destûra hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hate dayîn, îsbat kir ku dikare bandoreke erênî bike û rêyên çareseriyê veke û got: "Pêwendiya rasterast a bi Rêbertî re pêwîstiyek e, ji ber ku beşek ji çarenûsa me û mafê me yê beşdariya di sazkirina siberojeke adilane û ewle de ye."

Neîma Mihemed jî destnîşan kir ku tecrîd binpêkirineke siyasî û mirovî ye û wiha pê de çû "Berdewama tecrîdkirinê hedefgirtina îradeya gelên ku Rêbertî wekî semboleke bîrdozî û siyasî dibînin e. Em gelên herêmê van siyasetan red dikin."

Neîma Mihemed anî ziman ku pêdiviya siyasî û aştiyeke rasteqîn bi dawîanîna li cezayên siyasî, vekirina diyalogan û hevdîtina rasterast a bi Rêbertî re ne  heye. Her wiha got: "Ev daxwazeke sereke ye ji ber ku lêvegereke fikirî ye. Nabe ev lêveger di hewldanên demokrasiyeke adilane ku istiqrar û mafên gelan mîsoger bike, de were derbaskirin."

(bb)

ANHA