Amnestey: Li Sûriyeyî hîn jî demokrastî tune ye

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxwaza edalet, hesabpirsîna  ji berpirsiyaran û tezmînat ji bo qurbaniyan kir û got, demokrasî hîna li Sûriyeyê tune ye.

Amnestey: Li Sûriyeyî hîn jî demokrastî tune ye
30 mijdar, 2025   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) Agnès Callamard duh serdana bajarê Dareya yê Sûriyeyê kir. Agnès Callamard di serdanê de daxwaza lêgerîna rastiyê, edalet û tazmînatê kir.

Agnès Callamard anî ziman ku hîna demokasî li Sûriyeyê tune ye û got: "Hemû tiştên ku niha rû didin destpêk in. Lê ji bo mîsogerkirina veguhestina rastqîn û mayînde têrker nin in."

Agnès Callamard di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku mîsogerkirina edaletê hewceyî pejirandina aşkera ya binpêkirinan, hesabpirsîna ji berpirsiyaran û dayîna tazmînatê ji qurbaniyan re pêkan e û got: "ev gav ji bo her pêvajoyek lihevhatina nîştimanî ya rastîn bingehîn in."

(bb)