Îranê ragihand ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê wan de ye

Piştî daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Trump ku îdîa kir ku kontrola tengavê di destê wan de ye, Tehranê bersiveke tund da. Îranê ragihand ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê wan de ye.

Îranê ragihand ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê wan de ye
13 tebax, 2026   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li aliyek Amerîka dibêje Tengava Hurmuz dibin kontrola wan deye, li aliyê din Îran Amerîkayê direwîn derdixe. Rageşiya li ser Tengava Hurmuzê dewam dike. 

Îranê diyar kir ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê wan de ye ku ji aliyê trafîka enerjiya global ve xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Fermandarê hêzên Besîc ên ser bi Muxafizên Şoreşê ya Îranê Huseyîn Taeb got, “Tengav di bin kontrola Îranê û rêveberiya wê de ye.”

Daxuyanî rojek piştî daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Trump hate dayin ku Trump îdîa kiribû ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê wan de ye.