Semîr Oso soza girtina kesên ku destê wan di êrişê de heye da

Cîgirê wezîrê parastinê yê Sûriyeyê-Herêma Rojhilat Semîr Oso soza girtina kesên ku destê wan di êrişa li xala artêşa Sûriyeyê de heye da.

Semîr Oso soza girtina kesên ku destê wan di êrişê de heye da
13 tebax, 2026   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê parastinê yê Sûriyeyê-Herêma Rojhilat (El Şerqiya) Semîr Oso têkildarî “êrişa terorîst” a li dijî xaleke artêşa Sûriyeyê ku di encamê de şervanên bi navê Artêş Qamişlo û Alan Qamişlo şehîd bûbûn, 2 şervan jî birîndar bûbûn, li ser X’ê daxuyaniyek da. 

Oso diyar kir ku îro li bajarê Qamişlo 2 şehîd bi merasîmeke biheybet hatine oxirkirin û got: “Hêviya me ew bû ku herêm derbasî qonaxeke bêyî dîtina rondikên dayikan bibe, lê vê êrişa terorîst xemgînî xist dilê dayikên me.”

Semîr Oso wiha dom kir: “Ji bo ku ewlehî û îstiqrar vegere herêmên me, em soz didin ku kesên ev êriş kiriye bigirin û wan radestî edaletê bikin. Em sersaxiyê ji bo malbatên her du şehîdan dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfaya acîl dixwazin.”

(sb)