Îranê gefa pêkanîna êrişan li dijî navendên aborî yên Rojhilata Navîn xwar

Îran hişiyarî da ku ger êrişên Îsraîl û DYAˊyê dewam bikin ew ê hemû navendên abûrî yên li Rojhilata Navîn bikin armanca êrişên xwe.

Îranê gefa pêkanîna êrişan li dijî navendên aborî yên Rojhilata Navîn xwar
3 adar, 2026   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Generalê Pasdarên Îranê Îbrahîm Cebarî hişiyarî da ku ger êrişên Amarîka û Îsraîlê dewam bikin wê Îran hemû navendên abûrî yên li Rojhilata Navîn bombebaran bike.

Her wiha Cebarî got: ''Em ji dijmin re dibêjin ger ew biriyara armanca navendên me yên sereke bikin em ê jî hemû navendên abûrî yên li herêmê bikin armanc.''

Cebarî anî ziman ku wan deriyê Hurmiz girtiye. Niha bihayê petrolê 80 dolar e, wê nêzîk bigihîne 200 dolarî".

(ac/fr)

ANHA