Serokê YNKˊê: Divê destûrek Sûriyeyî ku mafên tevah misoger bike were nivîsandin

Serokê YNKˊê Bafel Talebanî di civînekê de bal kişand ser girîngiya misogerkirina nivîsandina destûreke bingehîn a Sûriyeyê ku mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyê biparêze û peymana 29ˊê Çile ya di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de bi cih bîne.

Serokê YNKˊê: Divê destûrek Sûriyeyî ku mafên tevah misoger bike were nivîsandin
3 adar, 2026   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîtburoya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK)bi Serokatiya Bafil Celal Talebanî civînek ji bo nîqaşkirina hejmarek dosyayên siyasî û ewlehî li dar xist.

Di civînê de, Serok Bafel Talebanî hûrguliyên civîna xwe ya bi Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrack re nirxandin. Talebanî got nîqaş li ser misogerkirina nivîsandina destûreke bingehîn a Sûriyeyê ku mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyê biparêze û tekezî li ser bicîhanîna peymana 29ˊê Çile ya di navbera QSDê û hikumeta demkî ya Sûriyê de hatin kirin.

Polîtburoyê li ser pêşketinên şerê berdewam ê li herêmê û pirsgirêkên ewlehiyê nîqaş kir û diyar kir ku çareseriya herî baş vegera ser maseya danûstandinan û çareserkirina pirsgirêkên mayî bi rêya têgihîştinê ye, di heman demê de parastina mirovan, milk û parastina serweriya axa Iraqê girîng e.

Di civînê de naveroka pêwendiya telefonê ya di navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û Serok Bafel Talebanî de hate nirxandin. Hat gotin ku di peywendiyê de Trump armancên DYAˊyê di şer de şîrove kirin û spasiya xwe ji bo rola YNKˊê li Iraqê anî ziman. Serok Bafel destnîşan kir ku ev bang derfetek ji bo têgihîştinek berfirehtir a polîtîkayên Washingtonê û ji bo lêkolîna rêyên avakirina hevkariyek xurt di navbera DYAˊyê û Iraqê de peyda kir.

Bafel Talabanî destnîşan kir ku YNKˊê amade ye ku hemû têkiliyên xwe bi kar bîne da ku aştî û aramiyê li Iraq û herêmê bi dest bixe.

(fr)