Balyozxaneya DYAˊyê ya li Riyadê hat bombebarankirin, şewat derket

Balyozxaneya DYAˊyê ya li paytexta Erebistana Siûdî, Riyadê bi balafirên bêmirov hat bombebarankirin, piştî êrişê şewatek li avahiyê derket.

Balyozxaneya DYAˊyê ya li Riyadê hat bombebarankirin, şewat derket
3 adar, 2026   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî û Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî hatine girtin, du  balefirên bêmirov û biçek yên ku ne diyar aydî kîjan welatî ne, Balyozxaneya DYAyê ya li Riyadê kirin hedef. Piştî teqînê li beşeke avahiyê şewateke mezin derket û dûmanên reş li seranserê bajêr hatin dîtin.

Hate ragihandin ku ji ber êriş di saetên zû de pêk hatiye û avahî vala bûye, tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye û birîndar nîn in. Tîmên agirkujiyê mudaxeleyî şewatê kirin û hat diyarkirin ku agir hatiye kontrolkirin, lê li avahiyê zirarên madî yên mezin çêbûne.