Îranê fermandarên nû erkdar kirin

Piştî kuştina Huseyîn Selamî û Muhammed Bakirî, ji bo Fermandariya Artêşa Pasdaran Ahmed Vahîdî û ji bo serfermandiya giştî ya Îranê jî Habîbullah Seyyarî bi demkî hatin erkdarkirin.

Îranê fermandarên nû erkdar kirin
13 hezîran, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê de fermandarê Artêşa Parzêvanên Şoreşê ya Îranê (Pasdaran) Huseyîn Selamî û serfermandarê artêşê Mûhammed Bakirî hatin kuştin.

Li ser vê yekê Îranê ji bo Fermandariya Artêşa Pasdaran Ahmed Vahîdî û ji bo serfermandariya artêşê jî Habîbullah Seyyarî bi demkî erkdar kirin.

Ahmed Vahîdî di navbera salên 1988-1998'an de fermandariya Hêza Qûdsê kir ku yekîneya operasyona derve ya Artêşa Pasdaran e. Di navbera salên 2009 û 2013'an de jî wezîrê parastinê, di navbera salên 2021 û 2024'an de wezîrê karên hundir bû.

Habîbullah Seyyarî jî di navbera salên 2007-2017'an de fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê bû. Seyyarî her wiha salên dawîn di gelek wezîfeyên leşkerî yên stratejîk de kar kir.