Li Serêkaniyê di navbera komên çeteyan de şer rû dide

Li bajarê Serêkaniyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şer dikin.

Li Serêkaniyê di navbera komên çeteyan de şer rû dide
13 hezîran, 2025   10:46
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane ajansa me, ji duh êvarê û heya niha li gundê Erîşa yê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, şer di navbera çeteyên koma "Sultan Mûrad" û "El Emşat" de rû dide.

Çavkaniyan diyar kir ku di şer de çekên navîn û sivik tên bikaranîn.

Der barê windahiyên çeteyan de tu agahî nehatine bidestxistin.

(bb)