Dewleta Tirk û HTŞ hewl didin bi rêya DAIŞ’ê DYA’yê razî bikin
Desthilata Şamê li aliyekî di qada aborî de li meşrûiyeta derve digere, li aliyê din hewl dide çeteyên DAIŞ’ê yên berê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin wekî nû hatine girtin nîşan bide û wan radestî DYA’yê bike da ku di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de DYA’yê razî bike.

Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê û bidestxistina desthilatê ji aliyê Heyet Tahrir El Şam (HTŞ), di warên siyasî, leşkerî û aborî de guhertinên girîng çêbûn.
Li gorî nûçeya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê di serdana Colanî (Ehmed El Şera) ya Erebistana Siûdî ku piştî wê ambargoya aborî hat rakirin, bû sedema acizbûna dewleta Tirk a dagirker û di heman demê de nakokiyên navxweyî jî derketin.
Beriya serdana Colanî ya Erebistana Siûdî, tîma Trump hin şert danîbûn pêş û gotibû eger ev şert bên qebûlkirin, hevdîtin dê pêk were. Qebûlkirina van şertan bêyî agahdarkirina dewleta Tirk bûye sedema hêrsa Enqereyê, bi taybetî berpirsyarên MÎT’ê yên li herêmê.
Şertên ku beriya hevdîtinê hatine danîn û qebûlkirin ev in:
- Kontrolkirina hemû bankên li Sûriyeyê ji aliyê pisporên fînansê yên Erebistana Siûdî ve û koordînekirina herikîna pereyan, bi taybetî ji bo astengkirina fînansekirina komên terorîst ên ku ji aliyê DYA’yê ve nayên xwestin.
- Li Şam, Laziqiye, Tartûs û gelek herêmên din, veberhênan bi navê şîrketên Erebistana Siûdî bên kirin; dewletên wekî Qeter, Tirkiye û Kuweyt jî tenê bi destûra Erebistana Siûdî dikarin tev lê bibin (ev şertekî taybet ê Erebistana Siûdî ye, ne yê DYA’yê).
- Di vê çarçoveyê de, ewlekariya van komên fînansê yan şîrketan ji bo avakirina baregehên leşkerî bê destwerdan were mîsogerkirin û peymanek were îmzekirin.
- Êriş li ser civakên etnîk ên li Sûriyeyê neyên kirin û destûr di bin çavdêriya pisporên hiqûqê yên DYA, Brîtanya û Erebistana Siûdî de ji nû ve were nirxandin.
- Çekên giran û stratejîk (moşekên dûravêj) neyên hilanîn.
- Di dosyaya komên terorîst ên biyanî de, cihê wan were tespîtkirin an jî bi awayekî vekirî yan veşartî neyên bicihkirin û di vî warî de alîkarî were kirin.
Tê zanîn ku ji van şertên qebûlkirî tenê madeya têkildarî cihê terorîstên biyanî yan derxistina wan ji Sûriyeyê ji dewleta Tirk re hatiye ragihandin. Ji ber vê yekê, desthilata Tikr, bi taybetî berpirsyarên MÎT’ê yên herêmê, bi tundî aciz bûne û ev mijar bûye rojeva sereke ya serdana Colanî ya li Enqereyê.
LÎSTIKA WEK NÛ NÎŞANDANA GIRTIYÊN BERÊ YÊN DAIŞ’Ê
Ji bo telafîkirina vê rewşê û ji bo ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji QSD’ê were standin, bi perspektîfa MÎT’ê hewldanek hate kirin. Li gorî agahiyên me bi dest xistine, ji bo nîşandana ku desthilata Şamê jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê dikoşe, 8 kesên berê sempatîzanên DAIŞ’ê bûn, lê di nava hêzên HTŞ’ê de cih digirt û ji ber tevlêbûna wan di bûyerên cuda de ji aliyê MÎT’ê ve di zindana Rihaniyeyê de hatibûn girtin, radestî desthilata Şamê kirin da ku radestî baregeha Tenef a DYA’yê bên kirin. Piştî lêkolîna ku ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên DYA’yê yên li herêmê ve hate kirin, derket holê ku ev 8 kes ne endamên DAIŞ’ê ne, tenê di nava hêzên HTŞ’ê de sempatîzan bûn û ji ber gendeliyê hatibûn girtin.
Tê gotin ku MÎT’ê ji berpirsyarên îstîxbarata Şamê re talîmat daye ku ji bo razîkirina DYA’yê û nîşandana wekî ku ew jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê dikoşin, hêzên ewlekariyê yên girêdayî desthilata Şamê êrişan li ser baregehên ewlekariyê yên li Sin û Dimerê pêk bînin.