Îranê banga çêkirina ‘zincîrên mirovî’ li derdora santralên enerjiyê kir

Piştî gefên serokê DYA'yê, berpirsekî Îranê bang kir ku li derdora santralên enerjiyê "zincîrên mirovî" çêkin.

Îranê banga çêkirina ‘zincîrên mirovî’ li derdora santralên enerjiyê kir
7 nîsan, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gefên serokê DYA'yê yên hedefkirina santralên enerjiyê û pirên Îranê, îro sekreterê Konseya Bilind a Ciwanan a Îranê Rida Rehîmî peyamek da.

Rehîmî di peyama xwe de bang li ciwan, werzîşvan, hunermend, mamoste û xwendekaran kir ku îro (sêşem) saet 14.00'an li derdora santralên elektrîkê kom bibin û 'zincîrên mirovî' çêkin.

Beriya niha jî di demên aloziyan de, li Tehranê çalakiyên "zincîrên mirovî" li derdora tesîsên nukleerî pêk hatibûn.