UNICEF: 324 hezar parçeyên teqemeniyan li Sûriyeyê jiyana zarokan dixin xetereyê

UNICEF’ê aşkera kir ku gefa bermahiyên teqemeniyên şer li Sûriyeyê berdewam dike ku bi qasî 324 hezar parçe li zevî, rê, dibistan û malan hene.

UNICEF: 324 hezar parçeyên teqemeniyan li Sûriyeyê jiyana zarokan dixin xetereyê
7 nîsan, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser xetereya berdewam a bermahiyên teqemeniyên şer li Sûriyeyê hişyarî da û diyar kir ku ev teqemenî tevî kêmbûna operasyonên leşkerî jî jiyana sivîlan, bi taybet a zarokan, tehdît dikin.

Rêxistinê diyar kir ku bi qasî 324 hezar parçeyên bermahiyên teqemeniyên şer li ser zevî, rê, dibistan û malan belav bûne û deverên berfireh ji bo şêniyan ne ewle ne.

Di daxuyaniyekê de ku li ser Facebookê hate weşandin, UNICEF`ê destnîşan kir ku "gavek tenê dikare jiyana zarokekî her û her biguherîne.”

UNICEF’ê da zanîn ku hişyarkirina li ser xetereyên van bermahiyan ji bo parastina zarokan girîng e. Rêxistinê hişyarî da ku Sûriye yek ji welatên herî zêde mayinkirî yên cîhanê ye û ji ber ku bi deh hezaran penaber ji Lubnanê tên, ev yek îhtîmala qurbaniyên nû zêde dike.

Di raporê de rêveberê herêmî yê UNICEF’ê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê gotiye: “Zehmetiyên têkildarî paqijkirina teqemeniyan "pir mezin" in û diyar kir ku rojane sivîl têne kuştin û birîndar dibin, bi taybet li deverên nêzîkî xetên pêşîn ên berê li bakurê rojavayê welêt.”

(k)