‘Dema ku Trump dabû Îranê nêzîk dibe’

Cîhan pêşketinên şerê Îranê dişopîne û dema Trump ji bo Tehranê daye nêzîk dibe. Di heman demê de Netanyahu dê ji Trump bixwaze ku Lubnan, Xeza û Şerîaya Rojava ji her rêkeftineke bi Îranê re derxe.

‘Dema ku Trump dabû Îranê nêzîk dibe’
7 nîsan, 2026   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, têkildarî helwesta Îsraîlê ya li ser dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de û bûyerên li Îranê nivîsîn.

ŞERÊ LI HERÊMÊ: DEMA KU TRUMP DAYE ÎRANÊ NÊZÎK DIBE

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku wiha nivîsî: “Herêm bi baldarî dişopîne, ji ber dema ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo Tehranê danîbû, da ku Îran bi daxwazên wî razî bibe yan jî “ew ê wê tune bike”, nêzîk dibe.

Trump ji bo dan û standinan demeke dawîn danî, roja Sêşemê wek derfeta dawîn ji bo Tehranê dihesibîne, di heman demê de nîşan dide ku ew dixwaze bigihêje rêkeftinekê ku ewlehiya tevgera li Tengava Hurmuzê garantî dike.

‘NETANYAHU DIXWAZE ŞER DEWAM BIKE’

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî: "Her çend serokatiya Îsraîlê îhtîmala agirbestê cidî digire û pabendbûna xwe bi wê re diyar dike, her wiha dest bi amadekariyan dike ku vegere jiyana normal û niyeta wê heye ku roja Yekşemê ya bê dibistanan ji nû ve veke û maçên futbolê roja Şemiyê ji nû ve dest pê bike. Lê ew hîn jî bawer dike ku Îran niyeta wê tune ku di vê qonaxê de şer biqedîne.

Lêb îsraîlî îhtîmala ku Trump jî rêbazeke cuda bigire û şer, bi peyman an bê peyman biqedîne, red nakin." Di vê rewşê de, ew ê beramber razîbûna bidawîanîna şer, bi berdewamkirina şerê li Lubnanê "tezmînatê" bixwazin.

‘SÛÎQESTAN ÇAWA HÊZA ÎSTÎXBARATA ÎSRAÎLÊ YA DI HUNDIRÊ ÎRANÊ DE AŞKERA KIR?’

Rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Hejmara mezin a rêberên siyasî û leşkerî yên îranî yên ku di şerê Îranê de hatine kuştin, qelsiyeke mezin a Komara Îslamî aşkera kir.”

Rojnameyê nivîsî ku ev yek lawaziyeke ewlehî û îstîxbaratê nîşan dide, lewma Tehran ku her gav pesnê xwe bi hêz, rastbûn û hişkbûna îdeolojîk a dezgehên xwe yê ewlehiyê dida, nikare bigihêje asta herî kêm a ewlehiyê jî, anku nikare rêberên ku di rêvebirina kar û barên welêt de rolek girîng dilîzin, biparêze û hevgirtina rejîma xwe di vê rewşa awarte û krîtîk de jî biparêze.”

(k)